CDK-S’ê gava dîrokî silav kir
CDK-S’ê got, “Em vê gava bi rûmet û bi wêrek, weke demeke dîrokî ya ku hesreta gelê me ya ji bo aştî û azadiyê mezin dike, silav dikin.”
CDK-S’ê got, “Em vê gava bi rûmet û bi wêrek, weke demeke dîrokî ya ku hesreta gelê me ya ji bo aştî û azadiyê mezin dike, silav dikin.”
Daxuyaniya Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê bi vî rengî ye:
“Ji bo pêvajoya guhertin û veguhertinê ya demokratîk bi lez bibe, li ser bingehê banga 19’ê Hezîrana 2025’an a Rêber Apo û banga wî ya 27’ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk li gorî biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê ji pêşengên têkoşîna azadiya Kurd şervanên jin û mêr gaveke dîrokî avêtine.
Ev gava bi wate nîşan dide ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê me, gihişt qonaxeke nû û îradeya çareseriya demokratîk şênber bûye. Şervanên azadiyê weke dilsoziya bi paradîgmaya Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk, çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha kirin û biryardariya xwe ya ji bo têkoşîna li ser zemînê siyaset û hiqûqê ya demokratîk îlan kirin.
Weke CDK-S em vê gava bi rûmet û bi wêrek, weke demeke dîrokî ya ku hesreta gelê me ya ji bo aştî û azadiyê mezin dike, silav dikin. Ev xeta bi gotina Rêber Apo ya ‘ez bi hêza siyaset û aştiya civakî bawer dikin, ne bi çek’ şênber bûye, em ji bo siberoja gelê xwe wek rêya herî rast û mirovî dibînin.
Bi vê wesîleyê di serî de jin û ciwan, em bang li gelê xwe, hêzên demokratîk û sosyalîst, hemû rewşenbîr, hunermend, hiqûqnas, akademîsyen û siyasetmedaran dikin ku xwedî li vê pêvajoya dîrokî derbikevin; ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd piştevaniyeke hîn xurttir nîşan bidin.
Em bang li hemû gelê xwe û hemû hêzên civakî dikin, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo rast fêm bikin û li her qadê wezîfeyên xwe yên perwerdeyî, rêxistinî û çalakiyan bi cih bînin û jiyana demokratîk mezin bikin.
Em dizanin ku zilm û mêtingerî wê bi dawî bibe, azadî û piştevanî teqez wê bi ser bikeve. Bi pêşengiya Rêber Apo em ê teqez pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bixînin.”