BI DÎMEN

Şehîdên Şengalê li Hildesheimê hatin bibîranîn

Li bajarê Hildesheimê ji bo kesên ku di qirkirina 2014'an a çeteyên DAÎŞ'ê de li Şengalê hatin qetilkirin, çalakiya bîranînê hat lidarxistin û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku statuya xweser a Şengal û qirkirinê nas bikin û ji berpirsiyarên qirkir

Kesên ku di qirkirina 2014’an a çeteyên DAÎŞ'ê de li Şengalê hatin qetilkirin, Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Komuna Jinan a Meryem a Hildesheimû û Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Di bîranînê de mûm hatin pêxistin, pankartên li ser Qirkirina Şengalê û dowîz hatin vekirin û ala hatin hilgirtin. Girseyê timî dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Şehîd namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Di axaftinan de li ser naskirina statuya xweseriya Şengalê rawestiyan û bang hat kirin ku qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an li qada navneteweyî wekî “qirkirin” were naskirin. Hat destnîşankirin ku divê kesên ku ev sûc kirine û hêzên li pişt wan hesab bidin.