Ji bo gerîlayê HPG’ê Şervan Tirbespiyê şîn hate danîn

Şîna ku ji bo şehîd Şervan Tirbespiyê hate danîn, bi tevlîbûna xurt a gel û saziyan pêk hat. Di axaftina li ser navê malbatê de wiha hate gotin, “Me heta niha 4 şehîdan dan; pêwîst bike em ê di oxira azadiya Kurdistanê de bi dehan şehîdên din jî bidin.”

Ji bo Şervan Tirbespiyê (Kawa Cûma) ku 29’ê Nîsana 2019’an di êrîşa dewleta Tirk a dagriker a li ser Garê de şehîd bibû, li bajarê Villingehn Schwenningen ê eyaleta Baden-Wurttemberg ê Elmanyayê şîn hate danîn. Gelek nûnerên saziyan û welatî beşdarî serdana şînê bûn.

Ji xeynî nûnerên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Friedrichshafen û Ravesburgê, rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Hevserokên FED-GEL’ê Melîke Keskîn û Lokman Hedîl tevlî çalakiyê bûn.

Du endamên ji malbata şehîd Şervan Tirbesîpiyê û nêzên malbatê tevlî bûn. Di axaftina li ser navê malbatê de îşaret bi berdewamiya berxwedan û têkoşîna azadiyê hate kirin û wiha hate gotin, “Me heta niha ji malbata xwe 4 şehîdan dan. Eger pêwîst bike em ê di oxira azadiya Kurdistanê de bi dehan şehîdên din jî bidin. Şehîdên me rûyê me yê ronî û rênîşanderên me ne. Şehîd Namirin!”

Di tevahiya çalakiyê de peyamên ku îşaret bi yekîtî, berxwedana û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dike, hate dayîn.