BI DÎMEN

Li Stavropolê civîna li ser Şoreşa Rojava

Li Mala çandê ya Fêldmarşala navça Novoalêksandrovskê li ser Şoreşa Rojava civînek hate lidarxistin.

Bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava a 19’ê Tîrmehê li Mala çandê ya Fêldmarşala navça Novoalêksandrovskê civînek hate lidarxistin.

Civîn piştî deqîqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşa Rojava û hemû şehîdan hat destpê kirin.

Huseyin Çerkez civîn bi rêv bir û salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû gelê Kurd û li tevahî şehîdan pîroz kir.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûryeyê ya Rûsyayê Reşat Bênav li ser wate û girîngiya 19’ê Tîrmehê axivî û serkeftina Şoreşa Rojava di serî de li Malbatên Şehîdan li Şehîdên Azadiyê, gelê Kurd û bi taybetî li Rêber Apo pîroz kir.

Reşad Bênav wiha axivî: “Îro eger gelê Kurd serbilind in, bi saya Rêber Apo, gerîlayan û şervanên ku heya niha li Rojava li ber xwe didin e. Ji ber wê jî xwedî li şoreş û axa xwe derketin giringe. Li Rojavayê Kurdistanê bi bi hezaran mamosteyên me yên Kurdî hene. Sîstemeke ku hemû pêkhate têde bikaribin jiyan û kar bikin hatiye rûniştin.”

Bênav wiha axaftina xwe domand: “Li tevahî Sûryeyê em roj bi roj dibînin li ser rûyê erdê çi çêdibe. Her roj di bin hikûmeta nû a Şamê de komkujî çêdibin, Elewî tên qetilkirin. Niha jî berê xwe dane Dûrziyan û qetliam li ser gelê Dûrzî pêk anîn. Ji bo wê yekê jî hêzên Sûrya Demokratîk QSD’ê bi her awayî amade ye ji bo ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûryeyê biparêze. Eger ku hêzên me yên YPG, YPJ û QSD’ê ya parastinê nebûna niha gelê Bakur û Rojhilatê Sûryeyê jî ji qetlîamê re derbas kiribûn.”

Reşad Banav wiha axaftina xwe dawî kir: “Li hember polîtîkaya îmha û înkarkirinê, ne qebûl kirina gelê Kurd, bi xebatê gerîla, bi şerê ku dihat meşandin û bi keda Rêber Apo gihişte vê astê ku îro ev pêvajo tê meşandin.”

Civîn bi berzkirina “Bijî Rêber Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.