KON-MED: Dersînorkirina Mehmet Çakas bêhiqûq e

KON-MED’ê biryara dersînorkirina çalakvanê Kurd Mehmet Çakas di 28’ê Tebaxê de şermezar kir û destnîşan kir ku ev gav di krîmînalîzekirina Kurdan de bibe werçerxekî bi xeter.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanya (KON-MED) biryara rayedarên Elman a ji bo dersînorkirina çalakvanê Kurd Mehmet Çakas di 28’ê Tebaxa 2025’an de ji bo Tirkiyeyê, bi daxuyaniyekî nivîskî şermezar kir. KON-MED’ê diyar kir ku biryara ku ji aliyê Daîreya Biyaniya a Saksonyaya Jêrîn ve hate girtin dikare bibe sedem ku Çakas piştî temamkirina cezayê xwe yê li Elmanyayê, li Tirkiyeyê ji nûve were darizandin û cezayên giran bigire.

KON-MED’ê di daxuyaniya xwe de hate destnîşankirin ku ev biryara dersînorkirinê serweriya hiqûqê nahesibîne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku biryara dersînorkirina Çakas di krîmînalîzekirina Kurdên li Elmanyayê de tê wateya astekî nû û li dijî biryara dersînorkirinê ku zêdeyî 25 saziyên civaka sivîl protesto kir, bang li raya giştî ya demokratîk kir ku bikevin tevgerê.

KON-MED’ê ev bang li Hikumeta Federal kir;

“Kar û barên dersînirkirinê demildest rawestînin!

Mafê parastina navneteweyî nas bikin!

Dawî li hevkariya bi amûrên zextên yên Tirk bînin!

Em bang li raya giştî ya demokratîk, rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl dikin ku ji bo rawestandina dersînorkirina Mehmet Çakas zextê bikin.”