Li bajarê Essen ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Essenê û KON-MED’ê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk civîna gel hate lidarxistin. Civîn li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêber Apo da destpêkirin, bû.
Civîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê Meclîsa Gel a Essenê Reşat Kaymaz pêvajoyê vegot û metna bi navê “Avakirina Civaka Demokratîk û Erkên Me” xwend.
Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok jî îşaret bi girîngiya pêşniyara Aştî û Civaka Demokratîk kir. Gok derbarê qonaxa heyî ya pêvajoyê de agahî da û diyar kir ku di medya û medyaya dijîtal de manîpulasyonên li ser pêvajoyê têne kirin û şerê taybet xistine dewrê. Gok anî ziman ku gelê Kurd tevî van hemûyan jî xwedî li aştiyê derdikevin û destnîşan kir ku gel ji bo aştiyekî bi rûmet amade ye.
Beşdaran jî pêvajoyê nirxandin û bi pirs-bersiv nêrînên xwe parve kirin.
Civîn bi dirûşmeyên Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî”