Demîr: Elmanya hiqûqa dijminahiyê li Kurdan disepîne

Mehmet Demîr dewleta Elmanyayê şermezar kir ku bêyî hincetekê nîşan bide Rojnamevan Serkan Demîrel binçav kiribû û ew dersînor kiribû û got: ‘’Ev perçeyeke dijminahiya sîstematîk ya li hemberî gelê Kurd e. Em ê tu caran vê bêhiqûqiyê qebûl nekin.’’

Nûnerê Azadî e. V.’yê Mehmet Demîr bûyera binçavkirina Rojnamevan Serkan Demîr a li ser sînorê Elmanyayê û dersînorkirina wî ya ji bo Swîsreyê nirxand, ev yek şermezar kir û anî ziman ku ev bûyer mînakeke eşkere ya polîtîkaya zexta Elmanyayê ya li ser Kurdan e.

Demîr da zanîn ku dewleta Elmanyayê bi dijminane li nêzî Kurdan dibe û diyar kir ku li cem dewleta Elmanyayê nçzîkatiyeke weke ‘’Ez çi qasî zirarê bidim gelê Kurd, ez ê ew qasî piştgiriyê ji hêzên dagirker bistînim’’ heye.  Demîr destnîşan kir ku Elmanyaî li hemberî Tevgera Azadiya Kurdan di nava dijminahiyeke îdeolojîk de ye û got ku di heman demê de ev dijminahiya li hemberî hemû hêzên sosyalîst, şoreşger û pêşvexwaz girêdayî reflekseke dîrokî ye.

MIAMELEYA LI HEMBERÎ ROJNAMEVANÎ QESTÎ Û SÎSTEMATÎK E

Demîr bi bîr xist ku Serkan Demîrel xwedî karta çapemeniyê ya navneteweyî ye, gelek rojnamevanekî wisa ye ku li seranserê Ewropayê tê naskirin û gelek zimanan dizane û ev yek anîn ziman: ‘’Miameleyeke wisa li vî hevalê me hatiye kirin kirin ku weke wî qet rojnamevantî nekiriye û kesekî ji rêzê ye.  Lê belê em qala rojnamevanekî ku ji Parlamentoya Ewropayê bigirin heya Neteweyên Yekbûyî (NY) rojnamevantî kiriye, dikin. Dewleta Elmanyayê kesekî wiha binçav dike û wî dersînor dike; her wiha tu hişyariyên yasayî jî lê nake.’’

Demîr destnîşan kir ku li Elmanyayê mafên sereke û berpirsiyariyên hişyariyê ku bi yasayan hatine misogerkirin, dema ku mijar dibe gelê Kurd tên betalkirin û got: ‘’Heçku di Qanûna Bingehîn a Elmanyayê de madeyeke veşartî heye û dibêje ku ‘Ew maf ji bo Kurdan ne derbasdar in’ tev digere.’’

HELWESTA POLÎSAN WEKE YA DEWLETA TIRK E

Demîr di dewama axaftina xwe de da zanîn ev nêzîkatiya li hemberî Serkan Demîrel ne sînordar e, bi giştî di polîtîkayên li hemberî Kurdan de tên dîtin û got: ‘’Edî redkirinên bi kêfî yên serlêdanên îltîcayê, betalkirinên mafê rûniştinê, binçavkirin,  girtin û qedexekirina beşdarbûna xwepêşandanên demokratîk jî bi awayekî normal weke sûc tên hesibandin.’’

Demîr bal kişand ser helwesta polîsên Tirk a agresîf û gefxur a di pêvajoya dersînorkirina Serkan Demîrel de û anî ziman ku gefxwarina van polîsan bes ne li ser navê Elmanyayê ye di heman demê de nîşan didin ku bi refleksên polîtîk ên Tirkiyeyê tev geriyane.

EM Ê TU CARAN VÊ BÊHIQÛQIYÊ QEBÛL NEKIN

Mehmet Demîr di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Elmanya rêveberên saziyên ku xwedî statuya komeleyan e û bi awayekî fermî hatine naskirin jî binçav dike û a niha 14 aktîvîstên Kurd li girtîgehan rehîn têne girtin û ev yek anîn ziman: ‘’Elmanya li hemberî Kurdan helwesteke wisa nîşan dide ku hemû nirxên siyasî, hiqûqî, mirovî û dîplomatîk binpê dike. Ew çi jî bikin em ê li vî welatî û li seranserê cîhanê têkoşîna mafan bidin meşandin. Em ê piştgiriyê bidin Rojnamevan Serkan Demîrel. Em ê tu caran vê bêhiqûqiyê qebûl nekin.’’