BI DÎMEN

Li Val de reuilê civîna gel

Li Val de Reuil a girêdayî bajarê Eureyê di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de civîna gel hat lidarxistin.

Li Val de Reuilê ya girêdayî Eureya herêma Normandiyayê ya Fransayê, di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de civîna gel hate lidarxistin.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di civînê de qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî, weke hovîtî û sûcê li dijî mirovahiyê hate nirxandin. Di civînê de ji bo trajediyên bi vî rengî careke din neqewimin, îşaret bi mafê gelan ê jiyana azad û wekhev hat kirin. Di vê çarçoveyê de paradîgmaya "Jinên azadîxwaz, demokratîk û ekolojîk" a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin derket pêş. Her wiha di civînê de hate gotin ku polîtîkayên înkar, îmhakirin û qirkirinê yên ji dîrokê heta îro li ser gelan hatine meşandin, bi vê paradîgmaya Rêber Apo dikarin bên derbaskirin.