BI DÎMEN

Li Darmstadtê 41’emîn salvegera 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Jinan û Meclîsa Gel a Herêmî ve 41'emîn salvegera Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê bi coş hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya ku li hola Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Darmstadtê hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Di pîrozbahiyê de li ser navê komîteya amadekar axaftin hate kirin û li ser pêwîstiya xwedîderketina li pêvajoya nû hat rawestandin. Piştre Koma Azad derket ser dikê û bi stranên xwe beşdaran coşand.

Siyasetmedara Kurd Pero Dündar di pîrozbahiyê de axivî û Pêngava 15’ê Tebaxê silav kir. Pero Dundar bal kişand ser pêvajoya ku ji guleya yekem ve pêş ketiye û li ser girîngiya xwedîderketina li perspektîfa civaka demokratîk, aştî û lihevhatinê ya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, rawestiya.

Di pîrozbahiyê de bê navber dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hate berzkirin. Mem û Zîn Botanî bi straên xwe reng dan pîrozbahiyê. Pîrozbahî bi pêşandana sînevîzyonê û gerandina govendê bi dawî bû.