Piştî 50 salan hêviya ji bo xweseriya Korsîkayê mezin bû
Di ser bûyerên Aleria re 50 sal derbas bûn ku li Korsîkayê işaret bi vejîna neteweperestiya modern kir. Îro daxwaza xweseriya giravê careke din kete rojevê.
Di ser bûyerên Aleria re 50 sal derbas bûn ku li Korsîkayê işaret bi vejîna neteweperestiya modern kir. Îro daxwaza xweseriya giravê careke din kete rojevê.
Parlamenta Fransayê xwe amade dike ku payîzê guhertina destûra bingehîn binirxîne ku ji bo Korsîkayê 'Xweseriya di nava komarê' de nas bike.
Di 21'ê Tebaxa 1975'an de komeke çekdar a ji alîgirên xweseriyê ya bi pêşengiya Edmond Simeoni qadeke hilberîna şarabê ya li Aleriayê dagir kiribû. Di şerê bi hêzên ewlekariyê re yên dest li çalakiyê werdan, du jenderme mirin. Pênc sal cezayê girtîgehê li Simeoni hate birîn. Bûyer weke xala werçerxê ya neteweperestiya Korsîkayê tê dîtin.
Piştre Eniya Rizgariya Neteweyî ya Korsîkayê (FLNC) ava bû û 40 salan berpirsyariya zêdeyî 4.500 êrîşan li xwe girt. Lê belê piştî ku rêxistinê sala 2014'an dest ji çekan berda, têkoşîna siyasî derkete pêş û neteweperest li pey hev di hilbijartinê de bi ser ketin.
Ji aliyê dewleta Fransayê ve ji sala 1982'an û pê ve di astên cuda de statu ji giravê re hate naskirin. Sala 2002'an di çarçoveya Peymanên Matignonê de li qadên ziman, perwerde û bacê hin gav hatin avêtin. Lê belê ji ber ku bi temamî bersiv ji daxwazan re nehate dayin, rageşiyê dewam kir.
Sala 2022'an piştî ku alîgirê serxwebûnê Yvan Colonna li girtîgehê hate kuştin, li giravê bûyerên tundiyê destpê kirin. Li ser vê yekê Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Gerald Darmanin diyar kir ku Parîs 'xweserî' jî di nav de dikare her mijarê ji nû ve binirxîne û pêvajo da destpêkirin.
Pêşnûmeya guhertina destûra bingehîn ku hikumetê meha Tîrmehê erê kir, meha Cotmehê wê pêşkêşî Senatoyê bê kirin. Lê belê tê texmînkirin ku piraniya rastgir li ber rabin. Ji bo pêşnûmeqanûn bê qebûlkirin hem li Meclîsa Neteweyî hem jî li Senatoyê divê heman metn bê reêkirin û piştre sê ji pênc parên Kongreyê bipejirîne.