Li Hamburg û Giessenê şehîd hatin bibîranîn
Fermandarên pêşeng şehîd Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Bahtiyar Gabar li bajarên Hamburg û Giessen ên Elmanyayê hatin bibîranîn.
Fermandarên pêşeng şehîd Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Bahtiyar Gabar li bajarên Hamburg û Giessen ên Elmanyayê hatin bibîranîn.
Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê ji bo Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Bahtiyar Gabar ên ku di têkoşîna azadiya Kurd de şehîd bûne, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîna ku li salona Meclîsa Gel a Demokratîk a Hamburg hat lidarxistin bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.
Salon bi posterên Rêber Apo û şehîd Mahsum Korkmaz, Nureddîn Sofî, Bahtiyar Gabar, Koçero Urfa û Zeynep Kinacî hat xemilandin û yên li ser dikê qurnefîl û mûm hatin danîn. Di bîranînê de timî dirûşmeya "Şehîd namirin" hat berzkirin.
Nûnerê Saziya Malbatên Şehîd û Windakirî yên Ewropayê (KOMAW) Xoşnav Ata di bîranînê de axivî û diyar kir ku şehîdên azadiyê bi rihê Pêngava 15’ê Tebaxê li her qadê li ber xwe dan û got, "Şehîdên me rizgarkerên demên dijwar bûn. Ger em îro li Ewropa, cîhan û çar perçeyên Kurdistanê dikarin bi azadî biaxivin, ev bi saya wan e. Divê em di vê pêvajoyê de xwedî Rêber Apo, şehîdan û li her çar perçeyên Kurdistanê derkevin."
Piştî Ata, Dîrok Diyar axivî û anî ziman ku bîranîn û şopa şehîdan li her quncik û kevirên Kurdistanê hene. Diyar destnîşan kir ku şehîd Nûreddîn li çar perçeyên Kurdistanê têkoşîneke mezin meşand û got: "Çiyayên Kurdistanê her tim ji bo van hevalên me yên şehîd keniyane. Wan bi têkoşîna xwe wateyeke mezin dan Kurdistanê. Ne hewce ye ku em girêdana şehîd Sofî ya bi Rêber re vebêjin; bi vê girêdanê re li çar perçeyên Kurdistanê têkoşînek da. Şehîd Koçero jî wisa bû. Ew hevalekî me yê dilnizm bû; tevî ku ji malbata Rêber Apo bû jî, wî qet carekê jî ev yek neanî ziman. Her tim li ber xwe da û bi hezaran milîtan perwerde kir.”
Rojnamevan û nivîskar Nîmet Sevîm jî diyar kir ku divê mafên gelê Kurd li Tirkiyeyê bi destûra bingehîn were misogerkirin û got: “Kurd êdî nakevin nav qalibên xwe. Em ê xwe nû bikin; em ê nebin leşkerên yên din; em ê têkoşîna azadiyê bidin. Şehîdên me wê her tim bi me re bin. Em ê komunên xwe li her deverê ku em lê ne ava bikin.”
Bîranîn bi nîşandana sînevîzyonê û çepikan bi dawî bû.
GIESSEN
Salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an li bajarê Giessen ê Emanyayê hate pîrozkirin. Gelek welatparêzên Kurd beşdarî merasîma ku ji aliyê Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd a Giessen (DEM NAVEND) ve hate lidarxistin, bûn.
Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Nûreddîn Sofî bi fedakarî û biryardariya xwe kesayetek sembolîk a tevgera azadiya Kurd e. Hate gotin ku Koçero Urfa bi têkoşîna xwe ya di temenê ciwaniyê de bûye sembola ruhê berxwedanê.
Endamên Meclîsa Çand û Hunerê ya Giessenê stran û sirûdên şoreşgerî yên Kurdî gotin. Her wiha govendên gelêrî yên hunera xwe pêşkêş kirin. Beşdaran dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî 15’ê Tebaxê" û "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.