Li Sirbistanê protestoyên li dijî nelirêtiyê mezin bûn

Li Sirbistanê di şeva pêncan de di navbera polîs û xwepêşandêran de şer qewimî.

Roja Şemiyê ji nava bi hezaran kesên li bajarê Valjevo yê li navenda welêt kom bûn komeke bi maske avahiya vala ya Partiya Pêşdeçûnê ya Sirb (SNS) a li ser desthilatdariyê, da ber agir.

Koma ku bi polîsan re rû bi rû ma, kevir û fîşekên hewayî bi kar anî. Hêzên ewlekariyê bi bombeyên deng û gaza îsotê dest lê werdan.

Heman bûyer li paytext Belgradê li ber navenda giştî ya SNS, her wiha li Novî Sadê jî ku bajarê duyemîn mezin e, qewimî.