BI DÎMEN

15’ê Tebaxê li Berlînê bi coş hate pîrozkirin: Em ê vejînê bi azadiyê tacîdar bikin

Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez di pîrozbahiya Berlînê de axivî û got, "Em ê vê vejîna ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de dest pê kir, 41 sal şûn de bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk azadiya gelê Kurd tacîdar bikin."

Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li paytexta Elmanya Berlînê li ser banga Meclîsa Jinan a Dest Dan-Hevî û NAV-Berlînê li qada Oranienplatzê bi  bi coş hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya ku gelek Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn bi deqeyek rêzgirtina di şexsê fermandar Egîd de ji bo hemû şehîdên Kurdistanê, dest pê kir.

Moderatoriya pîrozbahiyê ji aliyê Nûrê Alkiş û Yilmaz Peşkevîn Kaba ve hate birêvebirin. Hevseroka Meclîsa Jinan a Dest Dan-Hevî Nursel Yıldız li ser navê komîteya amadekar axaftina vekirinê kir. Yildiz got, "Berî her tiştî, ez Cejna Vejînê bi taybetî li Fermandar Egîd û Zîlan, Rêber Apo û hemû heval û mirovên me yên di zindanê de pîroz dikim."

Hevserokê NAV-Berlînê Huseyîn Yilmaz di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya dîrokî ya "Guleya Yekem" a ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de hate teqandin û got, "Ev guleya yekem hate teqandin, ewrên tarî li ser gelê Kurd rakir. Ev gav di bin pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate avêtin. Em careke din Cejna Vejînê pîroz dikin û silavên xwe ji Serok Ocalan, girtiyên siyasî û gelê xwe yê welatparêz re dişînin."

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez gelê her çar parçeyên Kurdistanê silav kir û got, "Gelê Kurd di dîrokê de gelek caran serî hildaye. Lê ev serhildan pir caran ji ber polîtîkayên qirêj hatine tepeserkirin. Di demekê de ku gel bêhêvî bûb de pêngava ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Çûbûkê da destpêkirin, destpêka vejînek nû nîşan da. 'Guleya yekem' li dijî zîhniyeta ku digot 'Kurdistanê li vir hatiye veşartin' hate avêtin. Ev guleya yekem li seranserê Kurdistanê belav bû û veguherî têkoşîna hêvî, nasname û azadiyê. Em ê vê vejîna ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de dest pê kir, 41 sal şûn de bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk azadiya gelê Kurd tacîdar bikin."

Pirozbahi bi stranên Koma Mithra, Bawer Taylan û komên Soran û gernadin govemdê bi dawî bû.