Dewleta Tirk herî dawiyê Goristana Şehîdan a Herekolê ku gora 63 gerîlayên şehîd lê ye, bombebaran kir û piştre jî bi wesyîtên kar zirar da goristanê. Ji goristanê bes çend kevir mane.
Rêveberiya KOMAW’ê bi daxiyaniyeke nivîskî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gorên gerîlayên şehîd şermezar kir û got: ‘’Li Tirkiyeyê ji aliyekî ve têkildarî aştî û çareseriya demokratîk pêngav tên avêtin û ji aliyekî ve jî mafê sersaxî û şînê yê gelê Kurd ku mafekî mirovan ê gerdûnî ye, asteng dike, êrîşî gorên gerîlayên ku di dîrokên cuda de şehîd bûne, dike û zirarê dide goristanan.’’
Dewama daxuyaniya KOMAW’ê bi vî rengî ye:
‘’Kiryarên bi vî rengî bes ne wijdana gelê Kurd, di heman demê de wijdana hemû mirovahiyê ya hevpar birîndar dikin. Êrîşên li dijî goristanan, li gel Peymanên Cenevreyê, madeya 8’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AIHS) û madeyên 18-20 ên Daxuyaniya Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatine misogerkirin û li dijî baweriya olî, jiyana taybet û mafê şîngirtinê binpêkirinên eşkere ne.
Em weke Komeleya Malbatên Şehîdan, van êrîşan bi tundî şermezar dikin û bang li rayedaran dikin ku li gorî hiqûq û nirxên mirovahiyê yên gerdûnî tev bigerin.
• Divê zirardayîna gorostanan û hemû astengiyên têkildarî sersaxiyan tavilê werin bidawîkirin.
• Divê li hemberî mafê gelême yê bîranîn û şîngirtin rêz were girtin.
• Divê destûr neyê dayîn ku li gel êrîşên bi vî rengî zirarê bidin aştiya civakî û pêkvejiyanê.
Em dubare bi bîr dixin: Bîranîna şehîdên me, rûmeta gelê me ye. Divê ev êrîş neyên dubarekirin. Em ê ji bo siberojeke aşitiyane û adilane têkoşîna xwe bidomînin.
Her wiha wê di 13’yê Îlona 2025’an de li bajarê Dortmund ê Elmanyayê 33’yemîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî were lidarxistin. Di serî de malbatên şehîdan em bang li hemû Kurdistaniyên welatparêz û dostên wan dikin ku bi awayê herî xurt beşdarî vê festîvala hêja û girîng bibin.’’