BI DÎMEN

Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêber Apo di roja sêyemîn de ye

Meşa Dirêj ku bi daxwaza azadiya Rêber Apo bi beşdariya ciwanên ji welatên cuda yên Ewropayê destpê kir, di roja sêyemîn de li Dortmundê dewam dike.

Ciwan serê sibehê li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya Dortmundê li hev kom bûn, daxuyanî dan çapemeniyê û dest bi meşê kirin.

ROJA DUYEMÎN: ÇALAKIYA BI PANKARTAN Û PANEL

Rojek berê di beşa Dusseldorfê ya çalakiyê de ciwanên enternasyonal di dawiya meşê de çalakiyeke bi pankartan lidar xistin. Bi pankartên bi nivîsa "Ji Hambi heta Rojava', 'Têkoşîna azadiyê navneteweyî ye - Azadî ji Rêber Apo re' û 'Kî ji welatê xwe hez neke nikare wê biparêze' bal kişandin ser armanca meşê.

Danê êvarê jî panelek bi mijara 'Pêvajo û enternasyonalîzm' hate lidarxistin. Di panelê de parlamenterê berê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz û aktîvîstên ciwan ên ji Fransa, Elmanya û Îtalyayê axivîn. Di axaftinan de işaret bi hevsengiyên guherî yên li Rojhilata Navîn, girîngiya piştevaniya enternasyonal û bandora paradîgmaya Rêber Apo ya li qada navneteweyî hate kirin.

CIWAN HÊZA MOTORÊ YA CIVAKÊ YE

Di daxuyaniya çapemeniyê de ya li Dortmundê hate ragihandin ku taybetmendiyên ceribandin, hînbûn û pêşvebirinê yên ciwanan dînamoya pêşketina civakî ye. Hate ragihandin ku sîstema kapîtalîst a heyî pêşketina civakî asteng dike û bang li ciwanan hate kirin ku li hemberî bêedaletiyê dengê xwe bilind bikin û nasnameya xwe biparêzin. Daxuyanî bi dirûşma "Ji bo civakeke azad û çandeke azad em li vir in" bi dawî bû.

BERNAMEYA ROJA SÊYEMÎN

Ciwan wê 11 kîlometre meşa îro li navenda bajarê Dortmundê pêk bînin. Mijara rojê jî 'Ciwan û çand e'. Danê êvarê wê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dortmundê li peyama bi dîmen a Rêber Apo bê temaşekirin ku piştî 27 salan bi raya giştî re hate parvekirin û piştre bi pênc zimanan daxuyanî ji çapemeniyê re bê dayin.

Meş wê di roja 4'emîn de li Dortmundê bi Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bibe.