Amadekariyên ji bo Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ku îsal wê cara 33’emîn li bajarê Dortmund ê Elmanyayê were lidarxistin, bênaveber dewam dike. Ji gelek welatên cuda ên Ewropayê tevlîbûn wê ji bo mihrîcanê çêbibe. Swîsre yek jî welatên ku ji xeynî Elmanyayê tevlîbûn lê zêde bibe ye.
Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê ku û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi daxuyaniyekî banga tevlîbûnê ji bo mihrîcanê kirin. Daxuyanî li Navenda Çanda Kurd a Zurîhê, ji aliyê Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya ve hate xwendin.
Çetînkaya di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku gel sed sal in li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên li ser Kurdan li ber xwe dide û wiha got: “Gelê me li dijî polîtîkayên înkar û asîmlasyonê ku beriya sed salan li gelê Kurd ferz kirin, têkoşîna azadiyê bi mezinkirinê domand. Welatê me yê ku li Lozanê bû çar parçe, ji aliyê çar dewletên cuda ve rûbirûyê înkar, qirkirin û asîmîlasyonê hate hiştin. Ziman, çand û nasnameya me hat qedexekirin, gelê me ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar hate hiştin. Lê gelê Kurd li dijî hemû zextan hem li çar parçeyên Kurdistanê û hem li dîasporayê xwedî li ziman û çanda xwe derket û anî heta van rojan.”
Çetînkaya diyar kir ku Mihrîcana Çanda Kurd ku bi salên dirêj e li Ewropayê bi awayekî kevneşop tê lidarxistin, bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo re watedartir bû û wiha got: “Gelê me yê li Ewropayê ji bo xwedîderketina li çanda xwe û xurtkirina jiyana demokratîk, bi salan in mihrîcanên çandê li dar dixin û tevlî dibin.”
Çetînkaya bilêv kir ku xwedîderketina li mihrîcanê bersiva banga Rêber Apo ye û wiha got: “Divê her Kurdistanî û dostên wan di 13’ê Îlonê de tevlî mihrîcana li Dortmundê bibin. Divê em biherkin Dortmundê.”
Dîlan Çetînkaya, li ser navê CDK-S’ê û YJK-S’ê bang li hemû gelê li Swîsreyê, bi taybet jin û ciwanan kir ku tevlî mihrîcanê bibin û got: “Her kesê ku wê tevlî mihrîcanê bibin, bibin wesîle ku dengê Rêber Apo xurtir derbikeve. Ji bo ziman, çand û nasnameya xwe werin bi hev re li Dortmundê bicivin. Rêbertiya xwe û pêşerojeke demokratîk biparêzin.”
Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevserokê CDK-S’ê Cemal Ozdemîr û Berdevka YJK-S’ê Selma Surer bang kirin. Cemal Ozdemîr got, “Her giya li ser koka xwe şîn dibe” û ji bo jiyanîkirina çanda Kurd bang li her kesî kir ku tevlî mihrîcanê bibin.”