BI DÎMEN

Şehîd Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa li Helsînkî hatin bîranîn

Şehîd Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa û cangoriyên tevgera azadiyê li Helsînkiyê hatin bîranîn.

Bîranîna li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bi beşdariya gel, bi taybetî jî malbatên cangoriyan pêk hat.

Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Piştre axaftin û nirxandin li ser girîngiya têkoşîna cangoriyan hate kirin.

Her wiha sînevîzyonek hate nîşandan û helbest û stran hatin gotin.

Herî dawî jî xwarin ji bo malbatên şehîdan û gel hat dayin.