CÎK’ê ji bo Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî bang kir

CÎK’ê diyar kir ku tevlîbûna Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî mezintirin kombûna gelê Kurd e û pêwîstiyekî ji bo xwedîderketina li nirxên çandî û azadiyê ye.

Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK), ji bo Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn banga tevlîbûnê kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya CÎK’ê de ev tişt hatin gotin:

Çanda Kurdî yek ji mîrateyên herî kevnar yên Mezopotamyayê ye. Ev ax, cihê ku merivohiyê yekem car jiyan ava kiriye û ziman û çand lê çêbûn e. Ziman û çanda Kurdî jî yek ji parçeyên herî girîng yên vê mîrateya dewlemend e. Tevî hemû zordestî û pişavtinê gelê Kurd bi stranên xwe, bi dengbêjên xwe, bi govendên xwe û bi çîrokên xwe hebûna xwe parastiye. Çanda me bingeha herî hêzdar e ku nasnameya me li ser piyan hiştiye.

Kurdên ku li Ewropayê dijîn ji ber ku li welatê xwe nikarîbûn çanda xwe bi azadî bijîn, ji ber zordestî û siyaseta înkar û tinekirinê neçar man koç bikin û li sirgûnê bijîn. Ji bo parastina çanda xwe û naskirina wê ji cîhanê re 33 sal in li Elmanyayê Mîhrîcana Çanda Kurdî tê organîzekirin. Ev mîhrîcan cihê xwedîderketina li çanda me, nîşandana yekîtî û vîna me û bilindkirina hêviya me ya ji bo azadiyê ye. Em hemû Kurdistanîyên li Ewropayê, dostên xwe û her kesê ku qîmetê dide çanda me vedixwînin li Dortmundê, ku di 33’yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî de bicivin. Werin em bi hev re çanda xwe bijîn, yekîtiya xwe nîşan bidin, ji bo aşitî û azadiyê dengê xwe bilind bikin.”