BI DÎMEN

Çalakiya li Cenevreyê di hefteya 242’an de bi biryardarî dewam dike

Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo ku li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê her roja Çarşemê didome û gihişt hefteya 242’an, daxwazên bingehîn ên gelê Kurd bi raya giştî re parve dike.

Çalakiya vê hefteyê dema ku Rûniştina 60’emîn a Konseya Mafên Miroovan a NY’ê dewam dikir, pêk hat. Çalakvanan banga xwe ya bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û naskirina mafên kolektîf ên gelê Kurd dubare kirin û destnîşankirin ku divê NY’ê û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Beriya daxuyaniyê ji bo Emîne Erciyes ku di beriya çend rojan şehadeta wê hate ragihandin û Kemal Pîr, Rojna Egîd, Evîn Rêber Andok û Tolhildan Tekman deqîqeyek rêz hate girtin.

Li ser navê komîteya çalakiyê Osman Tekîn axivî û di demekî ku Rûniştina Mafên Mirovan a NY’ê dewam dike de bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî binpêkirinên mafan ên li ser gelê Kurd bi gotinên tund rexne kir: “Li Cenevreyê rûniştina ku mafên mirovan lê  tê nîqaşkirin, dewam dike. Lê ev sazî daxwazên herî bingehîn ên gelê Kurd ji nedîtî ve tên. Divê guh bidin daxwaza azadî û edaletê ya gelê Kurd.”

Çalakiya nobetê ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve bêyî navber dewam dike, dema ku di çarçoveya pêngava “ Niha Dema Azadiyê ye” de pêş dikeve, çalakvanan daxwazên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bidawîkirina polîtîkayên dagirkerî û îmhayê yên li dijî gelê Kurd dubare kirin.

Osman Tekîn, diyar kir ku divê biryarên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî e ku di çarçoveya “Mafê Hêviyê” de azadiya Rêber Apo dike rojev, were pêkanîn. Her wiha diyar kir ku ew wekî çalakvanan ne bi tenê bi Cenevreyê re sînordar dimînin û bibiryar in ku têkoşînê li seranserê Ewropayê mezin bikin.

Tekîn bi berdewamî wiha got: “Em jî cihê xwe di 33’emîn Mihrîcana Çanda Kurd ku 14’ê Îlonê li bajarê Dortmund ê Elmanyayê were lidarxistin û çalakiya nobetê ku 15’ê Îlonê li Strasbourgê li pêşiya Konseya Ewropayê destpê bike de cih bigirin. Ev têkoşîn ne tenê meseleya gelekî, lê meseleya her kesên ku li hemberî mafên mirovan hesas e ye.”

Çalakî piştî daxuyaniyê, heta saet 17:00’an dewam kir.