Li Bordeauxê şehîd Egîd Zagros hate bibîranîn

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê şehîd Egîd Zagros û gerîlayên ku ji Bordeauxê tevlî refên PKK’ê bûbûn û şehîd bûn, bi merasîmekî hatin bibîranîn.

Li Bordeauxê ji bo şehîd Egîd Zagros merasîmeke bibîranînê hate lidarxistin. Di merasîmê de herwiha şervanên din ên ku ji Bordeauxê tevlî refên gerîla bûbûn û şehîd ketibûn jî hatin bibîranîn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û Komîsyona Malbatên Şehîdan a Bordeauxê û nûnerên malbatên nirxdar axaftin kirin. Di axaftinan de girîngiya xwedîderketina mîrateya têkoşîna şehîdan hate destnîşankirin.

Di çarçoveya bernameya bibîranînê de ji bo şehîdan xwarin hate dayîn. 

Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.