BI DÎMEN

33’yemîn Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê tê pîrozkirin: Kurdistanî daketin qadê

33’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku li Ewropayê merasîma şahiya herî mezin a Kurdan e, îsal bi şîara “Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk” li bajarê Dortmund ê Elmanyayê tê pîrozkirin.

FESTÎVALA ÇANDA KURD A NAVNETEWEYÎ

Kurdistanî û dostên wan ji bajarên cuda yên Ewropayê û Elmanyayê di saetên siharê de berê xwe dan qadê. Kurdistanî û dostên wan li qadê govend gerandin û li benda destpêkirina festîvalê ne.

“Meşa Azadî û Demokrasiyê” ku her sal weke kevneşopî tê lidarxistin, îsal jî eleqeyek mezin dît. Meşa ku 9’ê Îlonê li Kolnê destpê kir û qasî 5 rojan li guzergahên cuda dewam kir, li qada festîvalê bi dawî bû.

Meşvanên Azadiyê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin Jiyan Azadî”, bi posterên Rêber Apo û flamayan ketin qadê. Meşvan li qadê bi coş hatin pêşwazîkirin. Bi hev re sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin û girse silav kirin. Bi hatina meşvanên azadiyê re, her kes bi gerandina govendê û bi coşeke mezin li benda destpêkirina festîvalê ne.