Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs li ser helwesta Tirkiyeyê ya li hember Rojava û pirsgirêka Kurd de axivî got ku Tevgera Kurd ji bo diyalog û aştiyê erkên xwe bi cih aniye, lê Tirkiye bi nêzîkatiyeke nesamîmî tevgeriya ye.
Karamûs anî ziman ku Kurdan ji bo parastina maf û destkeftiyên xwe her gav avêtin û got: “Lê Tirkiye, di vê pêvajoyê de ne lîstikvanekî durist û pêbawer e. Bi berdewamî astengiyan derdixe, taloq dike û bêçareseriyê dixe nava rojevê.”
Karamûs diyar kir ku li Tirkiyeyê di navbera aliyekî ku li çareseriyeke hiqûqî û aştiyane ji pirsgirêka Kurd re digere û aliyekî “dewleta kûr” ê ku li dijî vê çareseriyê ye, pevçûnek heye. Ev dewleta kûr bi taybetî bi rêveberiya Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan tevdigere û Fidan li dijî destkeftiyên Kurdan li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê bi awayekî domdar dijminatiyê nîşan dide.”
Karamûs bal kişand ser rola Fidan di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an de û got ku Fidan di sabotajkirina vê pêvajoyê de bandor bû, îro jî bi heman zihniyetê nikare tehemûlî wê yekê bike ku kurd li cihekî statuyê bi dest bixin. Karamus helwesta Fidan weke “nijadperest û dijminane” binav kir û got, serdanên Şamê armanc dikin ku bandora Tirkiyeyê li Sûriyeyê daîmî bikin û destkeftiyên Kurdan ji holê rakin.
‘FIRSENDÊN AŞTIYÊ TÊN SABOTAJ KIRIN’
Karamûs anî ziman ku Tirkiye rê li ber bicîhanîna peymana di 10’ê Adara 2025’an de di navbera hikûmeta Şamê û QSD’ê de hate îmzekirin digire û ev jî hewldaneke sabotajkirina aştiyê ye. Karamûs bi bîr xist ku peyman, entegrasyona avaniyên leşkerî û sivîl ên QSD’ê di dewleta Sûriyeyê de û parastina mafên gelê Kurd diparêze û wiha pê de çû: “Şam dixwaze QSD bêyî garantiyan çekên xwe radest bike. Ev hewldaneke eşkere ya tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan e. Tirkiye, Şamê di vê rêyê de dixe bin zextê û naxwaze Kurd li Sûriye û Rojava de rolekê bilîzin.”
Karamûs destnîşan kir ku zextên Tirkiyeyê yên li ser Şamê bi manevrayên Hakan Fidan bi hêztir bûne û wiha domand: “Fidan, Şamê neçar dike ku li dijî QSD’ê ‘ne entegrasyona blokê, lê beşdariya takekesî’ ferz bike. Yanî ev planeke ji bo tinekirina hemû destkeftiyên Kurdan e. Peymana 10’ê Adarê ji bo Sûriyeyê fersendek dîrokî ye. Bi entegrekirina Kurdan di sîstemê de, li dijî gefên weke DAÎŞ’ê eniyeke hevpar dikare bê avakirin. Lê siyaseta tirsê û zextê ya Tirkiyeyê, Şamê weke pêleyistikekê bi kar tîne û vê hêviyê dixeniqîne. Heke peyman bi cih bûya, modela Rojava ji bo hemû Rojhilata Navîn dikaribû bibe mînakek rêveberiyê û Tirkiye jî dikaribû ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd vê modelê esas bigirta. Tirkiye, li şûna çareserkirina pirsgirêka xwe ya Kurd, hewl dide Rojava tİne bike. Ev ne tenê li Sûriyeyê, lê li herêmê di nav de Tirkiye jî, dikare kaosê biafirîne.”
‘ENCAMÊN KONFERANSA HESEKÊ DIKARIN GUHERTINEKE DEMOKRATÎK LI SÛRIYEYÊ PÊK BÎNIN’
Karamûs Konferansa Yekîtiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di 8’ê Tebaxê de li Hesekê hate lidarxistin weke gaveke hêvîdar ji bo pêşeroja Sûriyeyê binav kir û wiha pê de çû: “Konferansê nêzî 400 nûnerên Kurd, Ereb, Sûrîyanî, Ermenî û komên din li hev anîne û bang li destûreke demokratîk a nû kiriye ku mafên neteweyî û olî garantî dike, otonomiya herêmî diparêze û navendîparêziyê red dike.
Hesekê vîzyoneke ku cihêrengiyên Sûriyeyê di nav xwe de dihewîne pêşkêş kir. Modeleke pirreng, dikare kaosa piştî şerê navxweyî asteng bike û hawirdora pevçûnan bi dawî bike. Dikaribû pevçûnên li dijî Dirzûyên li Suweydayê asteng bike. Tirsa Tirkiyeyê ya ji destkeftiyên Kurdan vê hêviyê têk dibe. Tirkiye, bi manîpulekirina Şamê, ne tenê Kurdan, lê hemû kêmnetewan ber bi bêîstîkrariyê ve dibe. Ev siyaseta, krîza herêmî hîn kûrtir dike û Sûriyeyê ber bi hawirdoreke pevçûnê ve dibe. Berxwedana Kurd hîn zêdetir mezin dike. Divê ti kes di vê yekê de xelet hesaban neke.”
Karamûs bi bîr xist ku piştî Konferansa Hesekê, di çarçoveya Peymana 10’ê Adarê de, hevdîtinên ku li Parîsê di navbera Rêveberiya Xweser a Rojava û hikûmeta demkî ya Şamê de hatin plankirin jî ji ber zextên Tirkiyeyê hatin astengkirin. Karamûs wiha domand: “Hevdîtinên Parîsê, ji bo nîqaşkirina mafên Kurdan û bicîhanîna Peymana 10’ê Adarê zeminêkî zelal pêşkêş dikir. Lê Tirkiye, bi rêya hikûmeta Şara, zextê çêkir û guhertina demokratîk a Sûriyeyê û bi vî awayî ya Rojhilata Navîn asteng kir. Ev siyaseta ku ne tenê kurdan, lê hemû kêmnetewan û komên olî mexdûr dike.”
‘ENKS DIVÊ NEYÊ LÎSTIKA DEWLETA TIRK’
Karamûs got ku civîna ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan a di 26’ê Nîsana 2025’an de li Qamişlo hate kirin xwedî girîngiyeke jiyanî ye û Tirkiye bi manîpulasyonên li ser ENKS’ê hewl dide encamên vê civînê pûç bike. Karamûs destnîşan kir ku piştî hilweşandina Esad li Sûriyeyê, tabloya giştî zelal bû û yekîtiya Kurdan bû neçariyek. Karamûs bi domdarî wiha got: “Rojava jî, hemû alî jî gihîştin vê nêrînê. Daxwaza raya giştî ya Kurdan jî di vî warî de bi hêz bû. Hewldanên KNK’ê, bangên Birêz Abdullah Ocalan, hewldanên birêz Mesûd Barzanî û birêz Bafil Talebanî û hewldanên erênî yên birêz Mazlûm Abdi vê pêvajoyê xurt kirin. Deklarasyona yekîtiya neteweyî ya li Qamişlo hate îlankirin, hemû hewldanên sabotajê yên dewleta Tirk pûç kirin.
Lê divê ez bibêjim, me bihîstiye ku hin kesên di nav ENKS’ê de dixwazin li Şamê bi Ahmed Şara re hevdîtinê bikin. Berdevkên wan jî ev yek înkar nekirine. Ev helwesta parçekirî ji bo Kurdan pir metirsîdar e. Ev tabloya ku dewleta Tirk dixwaze ye. Em weke KNK vê yekê qet napejirînin. Divê Kurd ji navendeke yekane û bi vîna peymana 26’ê Nîsanê tevbigerin.
Banga me ji hemû aliyan re ev e; Divê ji her tevgerên ku yekîtiya neteweyî xirab bike dûr bikevin; wekî din Sûriye dîsa ber bi rojên xwe yên tarî ve biçe û li vir ji bo Kurdan kemîn jî bên çêkirin. Ev siyaseta dewleta Tirk û lîstikek e. Divê ENKS nekeve vê lîstikê û ji hevdîtinên parçekirî û helwestên nenavendî dûr bikeve. Heke Kurd di vê pêvajoyê de bi hev re tevnegerin, dibe ku bi Lozaneke duyemîn re rû bi rû bimînin. Berpirsyariya vê yekê jî mezin e. Em hêvî dikin ku her kes bi vê berpirsyariyê û hişî tevbigerin.”