BI DÎMEN

Festîval bi coş didome: Her bihostek axa me şahidê berxwedana me ye

33’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku civaka demokratîk derket pêş, bi hemû coşa xwe didome. Şêx Xeznewî banga berfirehkirina dozê li ciwanan kir û got, "Ji Amed heta Duhokê, ji Şengal heta Kobanî, her bihostek axa me şahidiya berxwedana me di

33’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku bi dirûşmeya "Rêberê Azad û Civaka Demokratîk" li Dortmundê tê lidarxistim, bi hemû coşa xwe didome.

Festîval bi xwendina peyama Rêber Apo û temaşekirina peyama dîtbarî ya Mûrat Karayilan ji çiyayên Kurdistanê şandibû dom kir, piştre jî Zelemele derket ser dikê û stirî.

Berpirsa Têkiliyên Derve ya Partiya Çep a Elmanyayê Cansû Ozdemîr bi zimanê Elmanî axivî û diyar kir ku gelê Kurd demek dirêj e ji bo azadî û nasnameyê têdikoşe û wekî partî bi salan e ew ji bo Tevgera Azadiya Kurd ji lîsteya “terorê” bi derxistin têdikoşin. Ozdemîr pêşketinên li Rojava û Sûriyeyê nirxand û anî ziman ku ji bo gelê Kurd ji statuya xwe ya li Rojava bêpar nemîne ew ê di her warî de hewldanên xwe yên dîplomatîk bidomînin. Ozdemir destnîşan kir ku HTŞ û lîderê wê Ahmet Şara di lîsteya terorê ya Ewropayê de ne û divê rêveberî û berxwedana rewa ya Kurd were tercîhkirin. Piştî axaftina Ozdemîr hunermend Rûken Yilmaz derket ser dikê.

KEZBAN DOGAN: EM Ê HETA CIVAKA DEMOKRATÎK WERE AVAKIRIN BIMEŞIN

Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Kezban Dogan bal kişand ser peyama ku Rêber Apo şandiye. Kezban Dogan li ser girîngiya paradîgmaya Rêber Apo ku 27 sal in di bin tecrîda giran de pêşxistiye rawestiya û got, "Paradigmaya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin bandorek kûr bi taybetî li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li gelek welatên cîhanê kiriye. Paradigmaya Rêber Apo çareseriyê pêşkêşî pirsgirêkên jinan, siyaseta rojane, jiyana civakî, ciwanan, gelek astengiyên siyasî û civakî dike."

Kezban Dogan bal kişan ser bêcîdiyeta dewleta Tirk a li hemherî pêvajoya ku Rêber Apo pêşxistiye û got, "Nêzîkbûna li hemberî Rêber Apo nêzîkbûna li hemberî gelê Kurd e.”

Kezban Doğan wiha domand: "Îradeya ku Rêber Apo diyar kiriye, îradeya 50 milyon Kurdan e. Em di vî warî de soz didin: Em ê heta civaka demokratîk were avakirin ber bi azadiyê ve bimeşin. Em dîsa dibêjin: Bi cn bi xwîn em bi te re ne ey Serok!"

ŞÊX XEZNEWÎ: KURDISTAN BI BERDÊLÊN HATIN DAYÎN HEYE

Yek ji mêvanên din ên li ser dikê axivî Şêx Murşîd Xeznewî bû. Xeznewî diyar kir ku gelê Kurd di dîrokê de bi êşên mezin, mişextkirinan û berdêlên giran re rû bi rû maye û got: “Em bi sînorên bi zorê hatine xêzkirin, dagirkerî û kuştinan re li çar aliyên cîhanê belav bûn. Lê tevî van hemû zilman, gelê Kurdistanê nasname, çand û lêgerîna xwe ya azadiyê parast.”

Xeznewî destnîşan kir ku festîval ne tenê şahiyek e, her wiha qadeke hebûn û berxwedanê ye û wiha axivî: “Ev mîhrîcan ji bo me parçeyek ji têkoşîna azadî û yekîtiyê ye. Dijminên me Kurdistan çar parçe kirin, lê têkoşîn û berxwedana we, îro vî welatî dike yek. Her şehîdek, her dayikek, her zarokek li Kurdistanê bîranînekî dijî. Kurdistan îro bi berdêlên hatine dayîn heye. Em ji bo azadî û serxwebûna xwe li vir in. Bijî Kurdistan.”

Xeznewî, bang li ciwanên Kurd kir û got: “Doza xwe mezin bikin. Ji Amedê heta Duhokê, ji Şengalê heta Kobanê û Efrînê, her bihostek axa me şahidê berxwedana me ye. Xweza, çiyayên me û xwîna şehîdên me vê yekê ji me re dibêje: Em ê tu carî xwe radest nekin.”

Xeznewî anî ziman ku Rojava ezmûneke dîrokî ya gelê Kurd e û wisa lê zêde kir: “Rojava bi berdêlên gelê Kurd gihîştiye îro. Gelê Kurd li Rojava careke din ev yek ceriband: Azadî nayê dayîn, tenê bi têkoşînê tê stendin. Ev ezmûn ji bo pêşeroja gelê me bêhempa ye. Peyama herî berbiçav a rêxistinbûnê û xwedîderketina azadiyê ye.”

Piştî axaftinan, festîval bi stranên hunermendên ji Rojhilatê Kurdistanê Nasir Rezazî û Dilniya Rezazî domiya.