BI DÎMEN

33’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi coşeke mezin bi dawî bû

Festîval bi cilên rengîn, govend û performansa ser dikê veguherî mozaîka Kurdistanê û bi coşî qediya. Ciwanan peyama “Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo wê heta azadbûna wî bidome” dan.

Li bajarê Dortmundê yê Elmanyayê, îsal bi dirûşma “Azadî û Demokrasî” 33’yemîn Featîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan ên ji çar aliyên Ewropayê bû qada coşeke mezin.

Festîval bi “Meşa Azadî û Demokrasiyê” ya dirêj dom kir û çalakvanan daxuyanî dan.

Ciwanên beşdarî meşê bûn, li ser dikê peyamek dan: “Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û gelê me, heta statûya gelê Kurd, mafên çandî bên misogerkirin û azadiya Rêber Apo pêk were, wê bidome. Îsal meşa me li vir diqede. Di çarçoveya paradîgmaya nû de, em ê têkoşîna azadiyê bidomînin. Banga me ji ciwanên Kurd re ye: Çand û nasnameya xwe biparêzin.” 

Daxuyanî bi dirûşmên “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Piştre Koma Govendê derket ser dikê. Bi performansa Tevgera Ciwan, Azad Rojhilat, Hussein Shaqooli (Şengal), Farzad Mehdi Nia (Hewraman) û Mustafa Demîr, festîval bi coş bi dawî bû.

Festîvala îsal diyarî fermandarên pêşeng ên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, Nûreddîn Sofî, Emîne Erciyes, Koçero Urfa û Bextiyar Gabar, hate kirin. Tevahiya rojê, wêneyên Şehîdên Azadiya Kurdistanê li qadê hatin bilindkirin.

Cilên neteweyî yên rengîn ên jinan û eleqeya ciwanan festîval xemiland.

Bi beşdariya girseyî ya jin, ciwan û zarokan, festîval bû mozaîka Kurdistanê û bi govendan bi dawî bû.