Endamên Meclîsa Piştevaniya Jinan a Sûriyeyê li Ewropayê ne
Endamên Meclîsa Piştevaniya Jinan a Sûriyeyê a girêdayî Neteweyên Yekbûyî ên li Awistiryayê hin seredan û hevdîtin pêk anîn, wê hefteya li pêşiya me seredanên xwe temam bike.
Endamên Meclîsa Piştevaniya Jinan a Sûriyeyê a girêdayî Neteweyên Yekbûyî ên li Awistiryayê hin seredan û hevdîtin pêk anîn, wê hefteya li pêşiya me seredanên xwe temam bike.
Meclîsa Piştevaniya Jinan a Sûriyeyê a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) di 28’ê Îlonê de seredana Awistiryayê kir. Seredan ji aliyê NY’ê ve hate organîzekirin û 14 endamên meclîsê beşdarî seredanê bûn. Di nava endamên meclîsê de nûnera Kongra Starê jî cih girt.
Li gorî agahiyên ku ji endamên meclîsê hatine wergirtin, bi Wezareta Karên Derve ya Awistiryayê re hevdîtin hatiye lidarxistin. Di hevdîtinê de mijarên siyasî û aborî hatine nîqaşkirin.
Di civînê de mijara federalîzmê hatiye axaftin û di dîrokê de avakirina pergalên federal û rewşa wan ya îroyîn jî hatine nîqaşkirin.
Di hevdîtinêde rewşa siyasî ya Sûriyeyê jî hatiye nîqaşkirin. Her wiha ji bo parastina mafên karkeran bi odeyên parastina mafên karkeran re jî civînek hate lidarxistin.
Meclîs wê hefteya li pêşiya me seredanên xwe temam bike.
Meclîsa Piştevaniya Jinan a Sûriyeyê di sala 2016’an de ji aliyê NY’ê ve hate avakirin. Meclîsa ku wê demê ji 20 jinan pêk dihat, di sala 2024’an de hate nûkirin û 15 endamên jin ên nû hatin hilbijartin.
Meclîs; ji 3 jinên Kurd (yek ji wan Êzidî ye), 2 yên Elewî, 2 yên Ermenî, 2 yên Durzî û ji pêkhateyên Ereb pêk tê. Erka meclîsê, weke di qadên siyasî û civakî de ragihandina rewşa jinan û pêkhateyên li Sûriyeyê ya ji cihên eleqedar re tê pênasekirin