Li Stuttgartê meşa aştiyê hat lidarxistin
Li Stuttgartê bi hezaran kes li dijî şer û çekan daketin qadan. Kurdistanî jî bi reng û peyamên xwe cihê xwe di qadê de girtin.
Li Stuttgartê bi hezaran kes li dijî şer û çekan daketin qadan. Kurdistanî jî bi reng û peyamên xwe cihê xwe di qadê de girtin.
Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê li dijî çek û şeran li Schloßplatzê meşekî girseyî hat lidarxistin. Meşa aştiyê ku her sal bi tevlîbûna bi sedan rêxistin û saziyên demokratîk li Berlînê pêk tê û bi deh hezaran kesan tîne ba hev, îsal hem li Berlînê hem jî cara ewil li Stuttgartê hate lidarxistin.
Bi hezaran kes tevlî meşa li Stuttgartê bûn. Kurdistanî jî bi rengên xwe cihê xwe di qadê de girtin. Di nav pankartên mezin de wêneya Rêber Apo û peyama bi nivîsa “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” balê kişand. Her wiha pankarta ku gotina Rêber Apo ya “Kes bi şer bi ser nakeve, ji bo aştiyê pêwîstî bi diyalogê heye” nivîsandî, di tevahiya meşê de hate hilgirtin.
Kurdistaniyan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” reng dan meşê. Alên TJK-E, YPG, YPJ û TEV-DEM’ê di tevahiya mitîngê de hate hilgirtin.
Di standa li qada mitîngê de jî danezanên derbarê meşa ku wê di 8’ê Mijdara 2025’an de li Kolnê bê lidarxistin, hate belavkirin. Hate diyarkirin ku meş wê bi daxwaza naskirina mafê hêviyê ji bo Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Danezanên ku li Stuttgartê hatin belavkirin, eleqeyekî mezin dît.