Li Mîlanoyê Parka Giambellino weke “Parka Alan Kurdî” hate binavkirin

Li bajarê Mîlanoyê yê Îtalyayê, Parka Giambellino ji bo bîranîna Alan Kurdî yê sê salî ku di sala 2015’an de li Deryaya Egeyê jiyana xwe ji dest da, weke “Parka Alan Kurdî” hate binavkirin. Di merasîmê de bal hate kişandin ser trajediyên şer û koçberiyê.

Li bajarê Mîlanoyê yê Îtalyayê, ji bo bîranîna Alan Kurdî, zarokê biçûk ê ji Kobanê yê ku di sala 2015’an de di deryayê de xeniqî û termê wî yê bêcan li peravê hate dîtin, merasîmek hate lidarxistin. Çalakiyên ku ji aliyê ciwanên taxê ve hatin organîzekirin du rojan dom kirin.

Beriya mehekê, li parkê wêneyeke-duwarî ku Alan Kurdî di nav deryayeke şîn û ezmanekî şîn de bi zarokekî din re hembêz dike, hate vekirin. Îro jî Parka Giambellino bi fermî ji bo bîranîna Alan Kurdî weke “Parka Alan Kurdî” hate binavkirin.

Di sala 2015’an de, piştî binavbûna keştiyeke ku koçberan digirt li Deryaya Egeyê, Alan Kurdî yê 3 salî yê ji Kobanê jiyana xwe ji dest dabû û wêneyê wî yê bi tîşorta sor û şortê şîn li peravên Tirkiyeyê, di demeke kurt de bûbû sembola rewşa zehmet a koçberan û rêwîtiyên wan ên bêçare.

Di merasîmê de Endamê Meclîsa Çandê ya Şaredariya Mîlanoyê Tommaso Sacchi, Serokê Şaredariya Herêma 6’an Santo Minniti, nûnerê Civata Kurd a Mîlanoyê Serkan Xozatli, dilxwaza Navenda Perwerdeyê ya CRETA Nermin Şenişen û nûnera taxê Margherita Reale beşdar bûn. Xwendekarên dibistanên seretayî û navîn ên Narcisi û Nazario Sauro jî di merasîmê de amade bûn. Çalakî bi performansa lîstikvana Lella Costa bi dawî bû.

TOMMASO SACCHU: EV PARK HIŞYARIYEK E

Tommaso Sacchi di merasîmê de wiha axivî: “Salek berê soza ku bi Şaredariya Herêma 6’an re hate dayîn, hate bicihanîn. Ji îro pê ve Parka Giambellino ‘Parka Alan Kurdî’ ye. Binavkirina vê cihî ji bo bîranîna zarokekî sê salî yê ku li Deryaya Egeyê jiyana xwe ji dest da, û vê yekê ez pir bandor kirim. Ev qada ku zarokên taxê dikarin bi hev re bilîzin, bi taybetî di vê serdemê de ku li Xezayê şîdeta nayê qebûlkirin berdewam dike, ji bo me hemûyan hişyariyek e. Divê em mafên wan biparêzin û weke mînaka Alan Kurdî, ji bîr nekin ku ji bo wekheviya rastîn û berbiçav divê bêtir tişt werin kirin.”

SERKAN XOZATLI: ÇARESERÎ DI RAWESTANDINA FIROTINA ÇEKAN DE YE

Nûnerê Civata Kurd a Mîlanoyê Serkan Xozatli jî di axaftina xwe de diyar kir ku trajediya Alan Kurdî û malbata wî encama şerê bi salan e ku li Kurdistanê didome û koçberkirina bi zorê ye. Xozatli destnîşan kir ku ev trajedî piştî deh salan jî berdewam dike û got ku dewleta Tirk û mîlîsên Îslamî êrîşî gel dikin, qetlîam û koçberkirin berdewam in. Xozatli bang li dewletên Ewropayê kir û got, astengkirina koçberan bi dîwaran û li deryayê çareserî nîn e; çareserî rawestandina firotina çekan ji dewletên Rojhilata Navîn re û zextên li ser van helwestane ji bo bidawîkirina şer.