Li Londonê panela ‘Ji Qamişloyê heya Şamê: Rêya Sûriyeya Demokratîk’

Nûnerê MSD’ê Hasan Mihemed Elî di paneleke li Londonê de axivî û destnîşan kir ku rêveberiya xweser hêza xwe ji gel digire. Mihemed Elî got, Sûriyeya nû divê demokratîk be û azadiya jinê biparêze.

RÊYA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK

Li paytexta Qraliyeta Yekgirtî Londonê Civata Kurd a London School of Economics paneleke bi sernavê “Ji Qamişloyê heya Şamê: Rêyên ji bo Sûriyeyek Demokratîk û Piralî” lidar xist.

Di panelê de Hevserokê Têkiliyên bi Gel re ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û sermuzakerevan Hasan Mihemed Elî qala siberoja modela rêveberiya xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêvajoya diyalogê ya bi Şamê re û rola hêzên navneteweyî kir. Ji Navenda Rojhilata Navîn a LSE Robert Lowe moderatoriya civînê kir.

Elî di destpêka panelê de xeta MSD’ê bi van gotinan anî ziman:

“Şerê ku zêdeyî 10 sal in didome gelên Sûriyeyê westand, parçe parçe kir. Weke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk em hêza xwe ji tankan na, ji rêxistinbûna gelê xwe digirin. Îro rêveberiya xweser a me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê afirandî, tenê ji bo Kurdan na, ji bo Ereban, Suryaniyan, Tirkmenan û hemû pêkhateyan modela jiyaneke hevpar e.”

Weke berdevkê MSD’ê Elî axivî û destnîşan kir ku hêza gel ji berxwedana li dijî DAÎŞ’ê û modela demokratîk tê.

Elî destnîşan kir ku siberoja Sûriyeyê divê teqez ji bo hemû herêman li ser xweseriya rast were avakirin.

Di civînê de zextên li ser rêveberiya xweser jî hatin nirxandin û ev tişt hate gotin: “Em nahêlin car din Sûriye bikeve nava kaosê. Lê eger êrîşî gelê me were kirin, em ê xwe biparêzin.”

PIŞTEVANIYA NAVNETEWEYÎ

Piştevaniya navneteweyî rojeveke din a girîng a civînê bû. Elî bang li xwendekarên zanîngehan, rêxistinên civakî yên sivîl û gel kir û got, “Ev têkoşîn divê tenê ji siyasetmedaran re neyê hiştin. Divê xwendekar, kedkar û beşên gel jî bibin xwedî gotin. Dengê xwe derxin, rastiyê vebêjin, ji bo aştiyê zext bikin. Bi hev re em dikarin siberojek nû ava bikin.” Elî bang li hikûmetên rojavayî jî kir ku aliyan bi rengekî wekhev bîne maseya muzakereyê.

Panel bi beşa pirs-bersivê bi dawî bû. Beşdaran rêyên diyalogê yên di navbera Qamişlo û Şamê de, siberoja navendparêziya adem-î û vegera gelên ku neçar man ji Efrînê koç bikin, pirs kir.

Robert Lowe yê ku rûniştin qepat kir, destnîşan kir ku ezmûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê ji bo Sûriyeyê na, ji bo hemû Rojhilata Navîn li ser navê aştî û demokrasiyê dersên girîng di nava xwe de digire.

BÊYÎ AZADIYA JINÊ SÛRIYEYA NÛ NABE

Elî ragihand ku sîstema hevserokatiyê û azadiya jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Sûriyeyê modeleke mînak e û got, “Me li kêleka jinan şer kir, me bi jinan re bi rê ve bir. Bêyî pêşengiya jinan Sûriyeya nû nabe.”

MUZAKERE DIDOMIN

Elî têkildarî siberoja peymana di meha Adarê de jî axivî û got, “Bi peymana Adarê re biryar hate dayîn ku gelê ji Efrînê û herêmên din ên dagirkirî bi zorê hate koçkirin, vegere. Niha em di qonaxa duyemîn de ne. Têkildarî vê mijarê bi hikûmeta navendî re muzakere didomin.”

Di dawiya civînê de moderator Robert Lowe diyar kir ku ezmûnên MSD’ê ji bo akademî û siyasetê dersan digire nav xwe û ev şîrove kir: “Modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû Rojhilata Navîn mîna laboratûwarekî ye. Yê vê ezmûnê ji nedîtî ve were, siberoja Sûriyeyê nikare fêm bike.”