Sendîkayên Brîtanî di Konferansa Partiya Karkeran de ji bo aştiyê bang li Tirkiyeyê kirin

Sendîkayên Brîtanî, di konferansa salane ya Partiya Karkeran de peyama piştgiriyê ji bo hewldanên Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê dan. Di panelê de banga aştiyê ya Rêber Apo, ezmûnên navneteweyî û berpirsyariya dîplomatîk ya Brîtanyayê derket pêş.

Di konferansa salane ya Partiya Karkeran a ku niha li Brîtanyayê desthilatdar e, panelek hate lidarxistin ku piştgiriya sendîkayên Brîtanî ji bo însiyatîfên aştiyê û civaka demokratîk li Tirkiyeyê kir rojev. Panel bi serokatiya Şêwirmenda Navneteweyî ya UNITE the Union, Clare Baker, hate birêvebirin. Birêvebirê Navneteweyî yê UNITE the Union Simon Dubbins têkildarî “Kampanyaya Azadiyê ji bo Ocalan” axivî û bi bîr xist ku sendîka wan nêzî deh salan e bi tevgera siyasî ya Kurd re di nav hevkariyê de ye û her sal di konferansa Partiya Karkeran de pêşengiyê ji van xebatan re dike.

Di panela ku banga Rêber Apo ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk hate nîqaşkirin de, sendîkayên Brîtanî ezmûnên xwe yên di pêvajoyên aştiyê yên navneteweyî de û perspektîfên xwe yên ji bo hevgirtinê parve kirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku divê pêvajo li Tirkiyeyê bi zelalî û hesasiyet bê meşandin, û Hikûmeta Brîtanyayê jî divê berpirsyariyên dîplomatîk bigire ser xwe.

Parlamentera Partiya Karkeran Rupa Huq MP, ezmûnên hevgirtinê bi civakên bindest re parve kir û li ser perspektîfên aştiyê yên ku ji hevdîtinên wê bi tevgera siyasî ya Kurd û avaniyên civakî li Tirkiyeyê bidestxistibû, axivî.

Mariela Kohon, ku di pêvajoya aştiyê ya Kolombiyayê de şêwirmendî kiriye û di rêveberiya Kongreya Sendîkayên Karkeran (TUC) de cih digire, bal kişand ser hevkariya TUC’ê bi KESK û DÎSK’ê re li Tirkiyeyê.

Mariela Kohon diyar kir ku ezmûnên di pêvajoya aştiyê ya Kolombiyayê û entegrekirina kesên ku çek berdane, dikare pêvajoya ku li Tirkiyê dimeşe re jî bibe mînak. Her wiha anî ziman ku “Zagona Vegerê ya Malê” ya ku tê payîn di 1’ê Cotmehê de li TBMM’ê were nîqaşkirin, heke li ser bingeha entegrekirina erênî bê nirxandin, dê çareseriya demokratîk xurt bike.

Di dawiya panelê de, sendîkayên Brîtanî ragihandin ku di mehên pêş de plan dikin ku bi sendîkayên li Tirkiyeyê re rasterast koordînasyonê saz bikin, li Bakurê Kurdistanê xebatan bimeşînin û vê pêvajoyê di asta TUC’ê de nîqaş bikin. Sendîkayan derbirin kirin ku ew ê ji bo aştiyeke