Nagihan Akarsel li Zurîhê hate bibîranîn
Pêşenga zanista jinê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel, di sêyemîn salvegera şehadeta xwe de li Zurîhê bi merasîmekê hate bibîranîn.
Pêşenga zanista jinê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel, di sêyemîn salvegera şehadeta xwe de li Zurîhê bi merasîmekê hate bibîranîn.
Pêşenga zanista jinê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel, di sêyemîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê Komîteya Jineolojiyê ya Swîsreyê ve bi merasîmekê hate bibîranîn. Merasîma bi navê “Dengê Arkaîk” li Pirtûkxaneya 1002F (Mille et deux feuilles) ya li Zurîhê hate lidarxistin.
Di merasîmê de endamên Komîteya Jineolojiyê, saziyên jinan ên Swîsreyî û Kurdistanî beşdar bûn. Piştî rûniştina rêzgirtinê, endama Akademiya Jineolojiyê Nora Merino axivî û Akarsel bi van gotinan bi bîr anî: “Heval Nagihan dostek bû ku di navbera zindiyan de cudahî nedikir. Ji bo wê her zindiyek xwedî wateyek bû. Ji ber vê yekê wê bi her zindiyekî re têkilî danî û hevaltî afirand. Kesayetiya wê ya dilnizm û evîna wê hem li ser jinên Kurd hem jî li ser jinên enternasyonalîst bandoreke mezin çêkir.”
Di merasîmê de beşa ji helbest û nivîsên Nagihan Akarsel hatin xwendin, li ser jiyana wê ya ku ji bo têkoşîna azadiya jinan feda kiribû axaftin hatin kirin. Hunermend Eleonora Gelawêj, Şengul Astan û Damla Gozyan ji bo bîranîna Nagihan Akarsel stran gotin. Bername bi straneke bi zimanê Spanyolî ku bi taybetî hatibû çêkirin dewam kir.
Merasîm bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku bûye sembola gerdûnî ya têkoşîna azadiya jinan bi dawî bû.