Li Balafirgeha Munchenê alarma droneyan: Seferên balafiran hate rawestandin
Balafirgeha Franz-Josef-Strauss a Munchenê, ku yek ji balafirgehên herî mezin ê Elmanyayê ye, ji ber liv û tevgera droneyan hate girtin.
Balafirgeha Franz-Josef-Strauss a Munchenê, ku yek ji balafirgehên herî mezin ê Elmanyayê ye, ji ber liv û tevgera droneyan hate girtin.
Roja Pêncşemê saet di 22:18'an de hemû seferên balafiran hatin rawestandin, 17 jê hatin betalkirin û vê yekê bandor li 3000 rêwiyan kir.
Berê 15 balafiran ber bi Stuttgart, Nurnberg, Viyana û Frankfurtê ve hate dayin. Serê sibehê saet di 05:50'î de seferên balafiran ji nû ve destpê kirin.
Têkildarî çavkaniya droneyan agahiyek bi dest neket. Li gel destwerdana helîkopterên polîsan jî cîhaz nehatin tespîtkirin. Bûyer beriya dawiya hefteya dawî ya Oktoberfestê qewimî.
Hefteyên dawî li Danîmarka, Polonya û Elmanyayê bûyerên bi heman rengî yên droneyan qewimîn.
Tê îdîakirin ku ev bûyer dibe ku ji ber Rûsyayê bin. Lê belê Moskow van sûcdariyan red dike.