BI DÎMEN

Şehîd Bêrîtan li Ermenistanê hate bîranîn

Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di 33'yemîn salvegera şehadeta xwe de, li herêma Armavîrê ya Ermenistanê, di civîneke gel de hate bîranîn.

Li herêma Armavîrê ya Ermenistanê, ji aliyê Yekîtiya Jinên Azad ve, ji bo bîranîna Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ku di 25’ê Cotmeha 1992’an de li Xakûrkê şehîd ketibû, çalakiyek hate lidarxistin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn, ku bi wesîleya 33'yemîn salvegera şehadeta Bêrîtan hatibû pêkanîn.

Bernameya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de endama Yekîtiya Jinên Azad Azad Şêrîn û bavê şehîd Apê Mîlo axivîn. Di axaftinan de, bal hate kişandin ser ruhê berxwedanê yê Bêrîtan û têkoşîna wê ya azadiyê.

Di axaftinan de hate gotin ku helwesta Bêrîtan a redkirina radestkirinê ji bo gelê Kurd bûye sembolek û wisa hate gotin: “Bêrîtan ji bo me sembola azadiyê ye ku radestî dijmin nebû, serê xwe li ber xeta îxanetê netewand. Ji bo radest nebe xwe kendêl de avêt, jiyaneke bêrûmet nepejirand. Em weke gelê Kurd dizanin, heke Bêrîtan û bi hezaran şehîdên me yên leheng nebûna, belkî îro kesî navê gelê Kurd jî nedizanî. Ji ber vê yekê em deyndarê şehîdên xwe ne û em ê bibin şopdarên wan.”

Beşdaran destnîşan kirin ku çalakiya Bêrîtan ji bo têkoşîna jinên Kurd xaleke werçerxê ye û gotin: “Bi çalakiya Bêrîtan re em ber bi artêşbûnê ve çûn. Bi hezaran jin bûn şopdarên wê. Berxwedana lehengên weke Bêrîtan, têkoşîna jinên Kurd li tevahiya cîhanê kir mînak. Em weke jinên Kurd û gel, heta ku Rêber Apo bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî, em ê berxwedana xwe bidomînin."

Çalakiya bîranînê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.