EWROPA
Hemû Nûçe
-
Heyeta MSD'ê hevdîtin bi Serokwezîrê Îngilistanê û Wezîrê Parastinê re kir
Heyeta Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Îngilistanê hevdîtin bi Serokwezîr Keir Starmer re kir û peyama Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî ragihand. -
Di hilbijartinên Moldovayê de partiya alîgirê Ewropayê bi ser ket
Di hilbijartinên Parlamenta Moldovayê de Partiya Çalakî û Piştevaniyê (PAS) a bi serokatiya Serokkomar Maia Sandu, ku alîgirê Ewropayê ye, bi ser ket. -
Heyeta MSD'ê li Liverpoolê beşdarî civîna gel bû
Hevserokê Têkiliyên bi Gel re ya MSD'ê Hassan Mohammed Ali ku li Îngilistanê hvedîtinan dike, piştî ku beşdarî mîtîngeke Partiya Karker (Labour) bû, li Navenda Çandê ya Rojava ya li Liverpoolê beşdarî civîna gel bû. -
Li Leipzigê kombûna gel
Li Leipzigê di kombûna gel de işaret bi girîngiya parastina nasnameya çandî û piştevaniyê ya li sirgûnê hate kirin. -
Şehîdên Azadiya Kurdistanê li Mannheimê hatin bibîranîn
Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Mordem Çewlîg, Emîne Erciyes û Îsyan Mûnzûr li Mannheimê hatin bibîranîn. -
Îdrîs Balûken: Gelê Kurd wê bi berxwedan û rêxistinbûnê re bêstatûbûnê derbas bike
Siyasetmedar Îdrîs Baluken ku di hevdîtina gel a St. Gallen de axivî destnîşan kir ku gelê Kurd wê bi berxwedan û rêxistinbûnê re bêstatûbûnê derbas bike û banga rakirina tecrîda Îmraliyê û pêkanîna hevdîtinên zelal kir. -
Li Stockholmê ‘Şeva Civaka Demokratîk’ hat lidarxistin
Li Stockholmê şeva çand û hunerê hat lidarxistin. -
Li gorî Zelenskiy, Pûtîn xwe amade dike ku êrîşî welatekî din ê Ewropayê bike
Serokê Dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy angaşt kir ku Rûsya dê bi şerê Ûkraynayê re sînordar nemîne û xwe amade dike ku êrîşî welatekî din ê Ewropayê bike. -
Li Swîsreyê Mereşî di şahiyê de hatin ba hev
Mereşiyên li Swîsreyê, di şahiya ji aliyê Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê ya Swîsreyê (MARDEF) ve hatî organîzekirin de, hatin ba hev. -
Li Drancy'ê civîna danasîna Akademiya Civaka Demokratîk
Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê ji bo danasîna Akademiya Civaka Demokratîk civînek hate lidarxistin. -
Li Den Haagê şehîd Riza Altûn û Emîne Erciyes hatin bibîranîn
Yek ji damezrînerên PKK’ê Riza Altûn û yek ji fermandarên pêşeng ên jin Emîne Erciyes, li Den Haagê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Beşdaran têkoşîna şehîdan, fedakariyên wan û girêdana wan bi felsefeya Apoyî re vegotin û soz dan ku mîrateya şehîdan mezin -
Nobeta Azadiyê di hefteya 693’yan de berdewam dike
Nobeta Azadiyê ya ku zêdetirî 13 sal in bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Strasbourgê tê lidarxistin, di hefteya 693’yan de berdewam dike. Nobeta vê hefteyê koma ji Hildesheim ê Elmanyayê hat, dewr girt. -
Li Draguignanê zextên li ser Kurdan hatin protestokirin
Li Draguignanê zext û binçavkirinên li ser saziyên Kurd hatin protestokirin. PCF û saziyên Kurd banga, “Polîtîkayên krîmînalîzasyonê bi dawî bikin” li hikûmeta Fransayê kir. -
Şandeya jinan a Rojava li Swîsreyê dest bi hevdîtinan kir
Şandeya Jinan a Rojava ya ku li Elmanyayê hevdîtinên xwe temam kir, li Swîsreyê bi parlamenter, rêxistinên civakî yên sivîl û gel re civiya. -
Fîraz Dag li ser gora xwe hat bibîranîn
Derhêner û rojnamevan Fîraz Dag ê li Reqayê şehîd bûbû, di salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Highgate ya Londanê hat bibîranîn. -
AVEG-KON: Ji Heval Arslan re azadî, dawî li êrîşên nijadperest-faşîst bînin
AVEG-KON binçavkirina rojnamevan Heval Arslan wekî berdewamiya êrîşên li ser sazî û kesên Kurd li Ewropayê nirxand û banga zêdekirina têkoşîna rêxistinkirî ya ji bo maf û azadiyan, li her kesî kir. -
Ji Elmanyayê bernameya parastina fezayî ya ji 35 milyar Euroyî
Elmanyayê ragihand ku li hemberî gefên ji Rûsya û Çînê, wê bernameyeke parastinê ya nû ya fezayî ya 35 milyar Euroyî bide destpêkirin. -
Ew nemirin, berê xwe dan serketinê
Zohre Altûn diyar dike şehîd ew kesên ku ‘berê xwe didin serketinê’ û dibêje ew ê têkoşîna wan zindî bimîne. Zohre Altûn got, “Şehadet heye, mirin heye û êşkence heye. Em di ferqa vê rastiyê de ne.” -
Li Fransayê yekem car: Serokomarê berê Sarkozy wê bikeve zindanê
Serokkomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy, di doza fînansekirina kampanya hilbijartinê ya sala 2007’an ji aliyê Lîbyayê ve, bi pênc sal cezayê zindanê lê hate birîn. -
KOMAW’ê şehîd Riza Altûn bi bîr anî
KOMAW’ê yek ji pêşengê PKK’ê şehîd Riza Altûn bi bîr anî û gelê Kurd û dostên wan vexwend ku beşdarî çalakiyên bîranînê bibin û banga xwedîderketina têkoşîna azadiyê kir. -
FEDA û DAKB’ê bertek nîşanî binçavkirina Haval Arslan dan
Federasyona Elewiyan a Demokratîk û Yekîtiya Jinên Elewiyan a Demokratîk xwestin ku rojnamevan Haval Arslan a ku li Belçîkayê hatibû binçavkirin, tavilê were berdan û gotin: “Em vê pêkanîna li hember wê wekî qisûreke mezin a qanûnî û dîplomatîk dibînin." -
MRAP’ê pêvajo bire rojeva NY’ê: Ocalan fersendeke dîrokî pêşkêş dike!
MRAP’ê binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiye û Kurdistanê xiste civînên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û destnîşan kir ku pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê firsendeke dîrokî ye. -
KON-MED di 10’ê Cotmehê de wê li 7 bajarên Elmanyayê çalakiyê li dar bixe
KON-MED’ê, di salvegera duyemîn a pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ” de wê di 10’ê Cotmehê de li Munîh, Stuttgart, Frankfurt, Koln, Hamburg, Hannover û Berlînê daxwaza azadiya Rêber Apo bikin. -
Li çar balafirgehên Danîmarkayê alarma droneyan
Li balafirgehên Aalborg, Esbjerg, Sonderborg û balafirgeha leşkerî ya Skrydstrup ên Danîmarkayê droneyên nenas hatin tespîtkrin. Balafirgeha Aalborgê bi demkî hate girtin û tedbîrên polîsan hate wergirtin. -
Ezio Menzione: Em di dema derbasbûnê de ne, ya diyarker wê helwesta dewletê be
Parêzer Ezio Menzione biryara mafê hêviyê ya Komîteya Wezîran rexne kir û got, "Divê Tirkiye bêyî pêwîstiyê bi biryarekê bibîne, mafê hêviyê bi cih bîne. Ocalan perspektîfeke nû diafirîne. Ya diyarker wê helwesta dewletê be."