Li NRW’ê amadekariyên meşa 8’ê Mijdarê ya Kolnê didomin
Civaka Kurd ên li Dortmund, Duisburg û Bonnê amadekariyên ji bo meşa girseyî ya ku bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin, didomînin.
Civaka Kurd ên li Dortmund, Duisburg û Bonnê amadekariyên ji bo meşa girseyî ya ku bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin, didomînin.
Di çarçoveya vexwendina meşa girseyî ya ku wê di 8’ê Mijdarê de li Koln a Elmanyayê were lidarxistin de, li Dortmund, Duisburg û Bonn ên eyaleta North Rhine-Westphalia (NRW) serdana malbat û esnafan hatin kirin.
DORTMUND
Li Dortmundê amadekariyên ji bo meşa “Ji Rêber Apo re azadî û mafê hêviyê nas bikin” ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin, didomin. Endamên federasyon û meclisên xwecihî ji bo zêdekirina beşdarên meşê bi malbat û esnafan re civiyan. Di serdanan de wate û girîngiya meşê hate ravekirin û daxwaza beşdariyê hate kirin. Endamên meclisê bal kişandin ser girîngiya dîrokî ya meşê.
DUISBURG
Xebatkarên Meclisa Gelê Kurd a Duisburgê beriya meşa Kolnê serdana kargeh û deverên qerebalix ên herêmî kirin û bang li gel bikin ku tevlî meşê bibin. Di hevdîtinan de hat destnîşankirin ku meş ji bo balê bikşînin ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê dîl tê girtin.
Xebatkarên Meclisê gotin, "Tecrîd û esareta ku 26 sal in berdewam dike nayê qebûlkirin. Em dixwazin bi meşa ku wê di 8’ê Mijdarê de bê lidarxistin vê bêdengiyê bişkînin û daxwaza azadî û edaletê ji tevahiya cîhanê re ragihînin." Di çarçoveya kampanyayê de, li deverên cûda yên Duisburgê afîş hatin daliqandin û ji gel re hat xwestin ku tevlî meşê bibin.
BONN
Li Bonnê, civaka Kurd beriya meşa ku di 8’ê Mijdarê de were lidarxistin, serdana dikandar û malbatan kir. Di serdanan de hat xwestin ku wê rojê kargehên xwe venekin û tevlî meşê bibin.
Di çalakiyan de, pankartên derbarê meşê de hatin belavkirin û banga beşdarbûna meşê hat kirin.