Ciwanên Rojhilat ji bo meşa 8’ê Mijdarê ya Kolnê bang kirin
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê, Ciwanên Rojhilatî bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna “Meşa Azadiyê Ji Bo Rêber Apo” kirin, ku dê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin.
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê, Ciwanên Rojhilatî bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna “Meşa Azadiyê Ji Bo Rêber Apo” kirin, ku dê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin.
Ciwanên Rojhilatî yên ku li bajarê Munîh ê Elmanyayê hatin cem hev, beriya “Meşa Azadiyê Ji Bo Rêber Apo” ya ku dê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin, daxuyaniyek weşandin û banga tevlîbûnê kirin.
Ciwanan bal kişandin ser rewşa Rêber Apo yê ku 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û anîn ziman ku ev rewş ji aliyê gelan û hêzên demokrasiyê ve nayê qebûlkirin.
Di bangê de wiha gotin, “Ev rewşeke ku nayê qebûlkirin e. Em ciwan, heta ku Rêber Apo azad bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li hemû ciwanan, dostên xwe yên enternasyonal û gelê xwe dikin ku tevlî meşa 8’ê Mijdarê bibin.”
Di dawiya bangê de wiha hat gotin: “Em bang li hemû beşên ku bi têkoşîna demokratîk û azadîxwaz bawer dikin, gelê Rojhilat û dostên Kurdan dikin ku tevlî meşa li Kolnê bibin.”