Li Hollandayê ‘Konferansa ji nû ve Avakirinê’ hat lidarxistin.

Ji bo xurtkirina rêveberiyên herêmî û çareserkirina pirsgirêkên heyî, bi tevlîbûna Kurdên li Hollandayê dijîn, “Konferansa ji nû ve Avakirinê” hate lidarxistin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre nivîskar û siyasetmedar Fuat Kav ku beşdarî civînê bûbû, li ser pêvajoya siyasî ya tê meşandin nirxandinên berfireh kir.

Kav bal kişand ser ku dema niha, qonaxeke krîtîk e û anî ziman ku heke pêvajo rast neyê fêmkirin, dubarekirin dikarin rû bidin û wiha got: “Fêmkirina pêvajoya niha ya tê meşandin, girîngiyeke wê ya jiyanî heye. Eger em vê pêvajoyê baş fêm nekin, em ê her tim li cihê xwe bisekinin, bikevin dubareyan û nikaribin tevlî pêvajoyê bibin. Divê em guh bidin gotinên Serok Abdullah Ocalan, fêm bikin dewlet ji me çi dixwaze, em jî bizanibin em ê çi bixwazin.”

Fuat Kav, bi bîr xist ku Rêber Apo ji bo civaka Kurd a li Ewropayê peyamên taybet ragihandiye û destnîşan kir ku ev qad, ji bo têkoşîna Kurd xwedî girîngiyeke stratejîk e û wiha got, “Serok Apo bi taybetî ji bo qada Ewropayê peyam û name şandiye ji ber ku vê qadê bi qîmet dibîne. Qada Ewropayê, parçeya pêncemîn a Kurdistanê ye. Vê qadê bêhejmar şehîd daye û tevkarî kiriye; ji ber vê yekê jî xwedî wê tecrûbeyê ye ku pêşengiyê ji pêvajoya dîrokî ya dimeşe re bike.”

Kav, da zanîn ku Rêber Apo bi salan e balê dikişîne ser rêyên çareseriya siyasî û got, pêvajoya heyî jî berdewama vê nêzîkatiyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serok Apo bi salan e ku rastiya têkoşînê ya bi rêya siyasî muzakere kiriye û ev her tim aniye ziman. Îro jî deriyên têkoşîna siyasî vedibin. Va ne, ev deriyên ku vedibin, êdî pêvajoyekê nîşan didin ku divê em hemû berpirsiyariyê bigirin ser xwe.”

Kav, anî ziman ku “Manifestoya Nû” ya çarçoveya serdema nû diyar dike, zelal e û got divê avahiyên rêxistinî û qadên civakî li gorî vê yekê tevbigerin

Kav bi berdewamî wiha got, “Hevalên me yên ku xebatan dimeşînin, endamên meclîsan, komînên me divê di vê çarçoveyê de xebatê bimeşînin û di helwesteke wiha de bin ku ya fêm kiriye vebêje. Divê meclîs bên xurtkirin, komînên nû bên avakirin. Divê em tevahiya gelê Kurd tevlî pêvajoya niha ya dimeşe bikin û fedakariya pêwîst nîşan bidin.”

Konferans, li gorî rojeva “Avakirina Ji Nû Vê” bi nîqaşên li ser pirsgirêkên di meclîs û komînan de rû didin û pêşniyarên çareseriyê berdewam kir.