8’ê Mijdarê li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi dirûşma “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Çareseriya Siyasî” dê meş û mîtînga sêyemîn a mezin bê lidar xistin û amadekariyên wê temam bûne.
Hevseroka Konfederasyona Civakên Demokratîk ên Kurd ên li Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut diyar kir ku armanca meşê ew e ku azadiya Rêber Apo bê misogerkirin û di vê pêvajoya nû de berpirsyariyên dewletên Ewropayê yên li hember pirsgirêka kurd bêne bibîrxistin. Zubeyde Zumrut bang li gelê kurd kir ku tevlî mîtîngê bibin û got: “Azadiya Rêbertî nayê paşxistin.”
Zûbeyde Zûmrût armanca meşa 8’ê Mijdarê ya li Kolnê wekî ne tenê protestoyek, wekî erkeke dîrokî pênase kir. Destnîşan kir ku têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd a li çar parçeyê Kurdistanê bi salan e berdewam e û her serdemê berpirsyariyên xwe yên taybet hene û 8’ê Mijdarê jî yek ji van berpirsyariyan e.
Zubeyde Zumrut bal kişand ser meş û mîtîngê û wek lingê herî girîng ê “Kampanyaya Pêngava Azadiyê” ye ku di 10’ê Kanûna 2023’yan de destpê kiriyê pênase kir û got ku xema tecridê li ser Rêber Apo û azadiya wî ne tenê di nav Kurdan de, di nav hemû ronakbîr û derdorên demokrat ên li aligirê aştiya mayînde de jî deng vedide û daxwazeke sereke ye.
Zubeyde Zumrut bibîr xist ku li hember şertên giran ên tecridê yên li ser Rêber Apo, xebatên siyasî û çalakiyên berê yên bi tundî hatine meşandin sinerjiyek çêkiriye û ev yek bûye sedem ku tecrid hinekî bê şikandin û bal kişand ser lêgerînên diyaloga siyasî yên ku di encamê de pêş ketine.
Zubeyde Zumrut behsa daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP’ê Bahçelî ya sala borî di Meclîsê de kir ku gotibû, “Ocalan bila were bin banê Meclîsê bangê bike, siyaseta xwe bike”. Zubeyde Zumrut diyar kir ku ev bang ji hewcedariya pirsgirêka Kurd kişandina qada siyasî derketiye. Her wiha got ku çareseriya pirsgirêka navxweyî ya Tirkiyeyê şertê pêşîn ê têkiliyên derve û aramiyê ye. Ji bo vê yekê divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin.
“PÊVAJOYÊN AŞTIYÊ BI MUHATABÊN AZAD PÊK TÊN”
Zubeyde Zumrut bal kişand ser însîyatîf girtina Rêber Apo a ku bi rêbaz û rêyeke ku di dîroka cîhanê de bêhempa ye û got ku Pêvajoya “Civaka Demokratîk û Aşitiyê” bi biryardariya Rêber Apo destpê kiriye û di vê çarçoveyê de lêgerînên diyalogê zêde bûne.
Zubeyde Zumrut diyar kir ku her çendî bingeha diyalogê hinekî çêbûbe jî, tecridê li ser Rêber Apo berdewam e û çûyîna hin heyetan (malbat, parêzer an heyetên dewletê) ji bo Îmraliyê nayê wateya ku tecrid bi temamî rabûye û wiha axivî, “Ger maseya muzakereyê çêbibe, muxatabê rastî yê aştiyê Rêber Apo ye. Divê Rêber Apo bigihêje azadiya xwe ya fizîkî. Ji bo ku ev pêvajo bi encameke erênî biqede, divê em bêguman azadiya Rêbertiyê misoger bikin.”
Zûbeyde Zûmrût destnîşan kir ku di dîrokê de pêvajoyên aştiyê bi hatina gel hev a her du aliyan wek muxatabên azad pêk hatine.
“MIFTÊ AZADIYÊ DI DESTÊ GEL DE YE”
Zubeyde Zumrut ji bo meşa dîrokî ya sêyemîn a ku 8’ê Mijdarê li Kolnê tê lidarxistin, bang li gelê kurd û dostan kir ku tevlî bibin. Zumrut bal kişand ku divê ev meş jî wekî her du meşên berê raya giştî ya Ewropayê bihejîne û got: “Mifteya deriyê azadiyê di destê dînamîkên civakî de ye. Ger em dixwazin deriyê azadiyê vekin û ger ew miftê di destê têkoşîn û berxwedanê de be û bi dirûşma ‘Rêbertiya Azad’ em derketibin rê, divê li wî qadê dengê bi sedan hezaran bilind bibe.”
Zubeyde Zumrut got ku destpêkirina vekişîna komên gerîla ji qada Bakur bi înîsiyatîfê aştiyê û bangên Rêber Apo, encama israra li ser aştiyê ye û diyar kir ku ji bo 8’ê Mijdarê ev israr bigihîje azadiyê, divê gelê Kurd li qadê be.