Li Îngilistanê êrişa bi kêrê: 10 kes birîndar bûn, rewşa 9 ji wan giran e
Li herêma Cambridge ya Îngilistanê, li hundirê trenekê bi kêrê êriş hate kirin. 10 kes birîndar bûn, ku rewşa 9 ji wan giran e. Têkildarî bûyerê 2 kes hatin binçavkirin.
Li herêma Cambridge ya Îngilistanê, li hundirê trenekê bi kêrê êriş hate kirin. 10 kes birîndar bûn, ku rewşa 9 ji wan giran e. Têkildarî bûyerê 2 kes hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya Polîsên Ragihandinê yên Îngilistanê de hate gotin, bûyer li hundirê trenekê qewimî ku ber bi Huntingdonê diçû û di encamê de gelek kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku bûyer roja Şemê bi dema herêmî saet di 19:40'î de qewimî. 10 kesên di êrişê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.
Polîsan êriş weke "bûyereke mezin" pênase kirin û diyar kirin ku yekîneya têkoşîna li dijî terorê piştgiriyê dide lêpirsînê.
Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer ji bo êrişê got, "Cihê fikaran e" û bi vî rengî dewam kir, "Ez hevxemê her kesî me yên ku bûyerê bandor li wan kir. Ez spasiya tîmên destwerdana lezgîn dikim ku bi lez tevgeriyan."
Şahidên bûyerê daxuyanî dan rojnameya The Times û anîn ziman, ku wan zilamek dîtin ku kêreke mezin di destê wî de bû û rêwî jî ji bo xwe biparêzin ketin hundirê tiwaletan.
Di dema êrişê de tren li stasyona Huntingdonê hate rawestandin. Şîrketa rêyên hesinî London North Eastern Railway (LNER) ragihand ku di dema destwerdana servîsên lezgîn de hemû xetên din hatin girtin û seferên trenê yên li herêmê hemû sekinîn.
Li Îngilistanê salên dawî bûyerên tundiyê yên bi kêrê gelekî zêde bûn. Li vî welatî ku qanûnên têkildarî rakirina çekan gelekî hişk in, di nava 15 salên dawî de êrişên bi kêrî gelekî zêde bûn. Wezîra Karên Hundir a Îngilistanê Shabana Mahmood diyar kiribû ku di nava deh salên dawî de nêzî 60 hezar kêr ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin desteserkirin.