Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li bajarê Stockholm ê Swêdê meş hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan tevlî meşê bûn.
Di meşê de aktîvîst Jessica Carlqvist û berdevka Saziya Teqawîtan peyamek parve kir. Jessica di peyama xwe de, Roja Azadiya Kobanê pîroz kir û ev roj mîna rûmeta cîhanê binav kir. Her wiha bang li hikûmeta Swêdê kir ku piştgiriya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêber Apo li Tirkiyeyê daye destpêkirin, bike.
Hevserokên Navenda Civakên Demokratîk Menîce Yigit Yıldırm û Battal Batê jî axivîn.
Battal Batê di axaftina xwe de anî ziman ku Rêber Apo 26 sal in dîlgirtî ye, lê fikrên wî nayên girtin. Batê bilêv kir ku divê êdî Rêber Apo bi fîzîkî azad be û vê pêvajoyê bi rêve bibe.
Meş bi dirûşmeyên “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Kobanêya Azad” bi dawî bû.
MALMO
Li bajarê Malmo ê Swêdê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mitîng hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên ku li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Skanê li hev civiyan, li Qada Triangeln ku yek ji herêmên herî qerebalix ê bajêr e, li hev civiyan.
Di axaftinên mitîngê de hate destnîşankirin ku têkoşîna azadiya gelê Kurd ketiye pêvajoyeke nû û mîmarê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Axaftvanan wiha gotin, “Rêber Apo, gelekî ji pêvajoya tunebûnê ber bi hebûnê ve bir. Azadiya gelê Kurd girêdayî azadiya Rêber Apo ye.”
Di axaftinan de hate diyarkirin ku bi serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, ne tenê Kurd wê gelên Rojhilata Navîn jî qezenc bikin û gotin ku civaka demokratîk tê wateya azadiya gel, jin û xwezayê.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Azadî ji bo Serok û Kurdistanê” bi dawî bû.
HELSINGBORG
Li bajarê Helsingborg ê Swêdê, 1’ê Mijdarê Rojava Kobanê ya Cîhanê bi awayekî coş hate pîrozkirin. Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn.
Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku tevî ku Kobanê bajarekî biçûk e jî, bi saya fikrên Rêber Apo û berxwedana mezin a şehîdên Kobanê ji aliyê hemû cîhanê ve tê naskirin. Axaftvanan diyarkirin ku berxwedana Kobanê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya mirovahiyê sembola azadî û berxwedanê ye.
Piştî axaftinan hunermend Lavîn Kobanî û Cemal Rojhilatî derketin ser dîkê. Beşdaran govendê gerandin û çalakî bi coş bi dawî bû.