EWROPA
Hemû Nûçe
-
Nobeta ji Rêber Apo re azadî di hefteya 700’an de ye
Nobeta Azadiyê ya ku ji bo azadiya Rêber Apo ji Hezîrana 2012’an û vir ve li bajarê Strasbourg ê Fransayê dewam dike, ket hefteya 700’an. -
Nerazîbûna li hemberî reforma herî hişk a penaberiyê ya li Îngilistanê
Paketa penaberiyê ya Îngilistanê dema rûniştinê ya bêdawî dike 20 sal û yekbûna malbatê jî bi sînor dike. Rêxistinên mafên mirovan û siyasetmedar vê yekê weke kiryareke "li dijî mirovahiyê" û "teslîmbûna li rastgiriya tund" pênase kirin. -
Mehmet Karaca salek şûnde hat berdan
Mehmet Karaca yê ku par bi hinceta "endamtiya PKK’ê” hatibû girtin, îro hat berdan. Karaca diyar kir ku di rojên pêş de wê derbarê pêvajoya hiqûqî de daxuyanî were dayîn. -
Ji Macron û Zelenskiy lihevkirina parastinê ya ‘dîrokî’
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokkomarê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy, li baregeheke hawayî ya li nêzî Parîsê lihevkirineke ‘’dîrokî’’ ya têkildarî xurtkirina balafirên şer û kapasîteya parastina hewayî yên Ûkraynayê îmze kirin. -
Li Torontoyê Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bîranîn: Ti carî nayên jibîrkirin
Li bajarê Toronto yê Kanadayê bi wesîleya salvegera 88’an a darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî, bernameya bîranînê hate lidarxistin. -
Paradîgmaya Rêber Apo li Patagonyayê hate nasandin
Berhema "Sosyolojiya Azadiyê" ya Rêber Apo di navbera 13-15'ê Mijdarê de li bajarên Neuquén, Fiske Menuco û Villa la Angostura yên herêma Patagonya ya li başûrê Arjantînê hate nasandin. -
Li Mannheim’ê banga rûbirûbûna komkujiya Dersimê
Li Mannheim’ê di salvegera 88’an a darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de banga rûbirûbûnê derket pêş. Hat diyarkirin ku divê bi belgeyên arşîvan û şahidan berpirsyariya dîrokî were bibîrxistin. -
Li Yekîtiya Ewropayê nîqaşên li ser qanûna şopandin û sansurê ya dîjîtal
Li hemberî sererastkirina Çarçoveya Pêkanîna Dîjîtal a ku li Yekîtiya Ewropayê hate amadekirin, 127 saziyên civakî yên sivîl bi daxuyaniyeke hevpar hişyarî dan ku mafên dîjîtal ên qezençkirî dibe ku ji holê bêne rakirin. -
Di civîna gel a Londonê de peyama têkoşînê ji bo Civaka Demokratîk hate dayîn
Li paytexta Înglandê, Londonê Civîna Gel a bi beşdariya berfireh ku ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd, Meclîsa Jinê ya Jiyan û Komînên Ciwanên Demokratîk ve hate lidarxistin, li avahiya KCC’ê pêk hat. -
Li Brukselê rola jinan a di avakirina Sûriyeya Demokratîk de hate nîqaşkirin
Li Brukselê forûma bi navê “Rola Jinan di Avakirina Sîstema Demokratik a Sûriyê de” hate lidarxistin. Di forûmê de biryara avakirina tora koordînasyonê di navbera pêkhateyên jinan de û xurtkirina çalakiyên hevpar, hate dayîn. -
Li Kolnê ji bo 10 şehîdên azadiyê merasîma bîranînê hate lidarxistin
Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo 10 gerîlayên azadiyê ku şehadeta wan hatin ragihandin, çalakiya bîranînê bi tevlîbûneke girseyî hate lidarxistin. -
CDK-S li ser Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk konferans li dar xist
Di konferansa ku bi pêşengiya CDK-S’ê di navbera 14-16’ê Mijdarê de li Luzernê hate lidarxistin de, polîtîkayên heyama nû, modela rêxistinbûna civakî û pêvajoya “Aşitî û Civaka Demokratîk” hatin nirxandin. -
Ahmet Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
Hunermendê Kurd Ahmet Kaya ku di 16’ê Mijdara 2000’an de jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna malbat, hezkirî û TEV-ÇAND Fransayê ve li ser gora xwe ya li Parîsê hat bibîranîn. Li bîranînê stranên Kaya yên tên hezkirin, hatin vegotin. -
Ji bo du birayan li Freiburgê bîranîn hate lidarxistin
Di bîranîna Şiyar Destîna Zana yê ku di 11ê Tebaxa 2020an de li Metînayê şehîd bû û birayê wî Xemgîn Siyamend ê ku di sala 2017an de li Mêrdînê şehîd bû de, girêdana bi Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk re hate ragihandin. -
Gerîlayê HPG’ê Şehîd Ronî Jiyan, li Bordeauxê hat bibîranîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Ronî Jiyan (Azad Çetîn) ku 16’ê Cotmeha 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li bajarê Bordeaux ê Fransayê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. -
Li Sydney çalakiya ‘ji Rêber Apo re azadî’
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî lidar xist. -
Li Brîtanya plana sînordarkirina koçberiyê
Hikûmeta Brîtanyayê, guhertinên nû ji bo kêmkirina koçberiya neqanûnî û pêşîgirtina li pêşdeçûna partiya dijî koçberiyê ya Nigel Farage, parve kir. -
Çalakiya sê rojan ya ji bo Rêber Apo li Strasbourgê bi coş bi dawî bû
Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, çalakiya sê rojî ya ku bi daxwaza azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û şandina komîsyonekê ji bo Îmraliyê hatibû lidarxistin, bi fînaleke bi coş û bi pêşengiya jinan, bi dawî bû. -
Li Kolnê Komeleya Çand û Hunerê ya Jinan hat vekirin
Li Kolnê Komeleya Çand û Hunerê ya Jinan a hat vekirin. Komale armanc dike ku bandora jinan di hilberîna hunerî û çandî de zêde bê xuyakirin. Di resepsiyonê de performansên muzîkî û çalakiyên kevneşopî hatin pêşkêşkirin. -
Pêşeroja Kurdan a li Îranê wê li Londonê were nîqaşkirin
Li Parlamentoya Keyaniya Yekbûyî, wê paneleke navneteweyî ya li ser mijara cihê Kurdan a li Îranê ya piştî Komara Îslamî ya Îranê, bê lidarxistin. Endamê Meclîsa PJAK’ê Siyamend Mûînî wê têkoşîna demokrasî û rêveberiya xweser a Kurdan binirxîne. -
Li Hannoverê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsên Gel a Salzgitter û Hannoverê ve çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Malbatên şehîdan ên li herêmê tevlî çalakiyê bûn û îşaret bi têkoşîna azadiyê jinê, bangên aştiyê û mîrateya şehîdan hate kirin. -
Seyîd Riza û hevrêyên wî li Viyanayê hatin bibîranîn
Di bîranînê ya ku ji aliyê FEDA’yê ve hate organîzekirin de, axaftinên li ser Komkujiya Dêrsimê, bîranîn, berxwedan û têkoşîna azadiyê hatin kirin. -
MAF-DAD kongreya xwe ya asayî ya 2025’an li dar xist
Komeleyê xebatên xwe yên salekê bi endamên xwe re nirxand û plana xebata xwe ya ji bo serdema nû diyar kir. Di kongreyê de binpêkirinên "mafê hêviyê" yêb li Tirkiyeyê, rejîma cezayê, têkiliyên navneteweyî û pêvajoya aştiyê hatin nîqaşkirin. -
Binçavkirina 3 Kurdan li ber Wezareta Karên Derve ya Fînlandiyayê hat protestokirin
Kurd û dostên wan ji bo protestokirina binçavkirina 3 çalakvanên Kurd li ber Wezareta Karên Derve ya Fînlandiyayê çalakî li dar xistin. -
Li Hamburgê girtina Azîz Kurek hat protestokirin
Meclisa Gel a Demokratîk a Hamburgê polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên Elmanya li dijî çalakvanên Kurd rexne kir û xwest ku demildest Azîz Kurek bê berdan.