BI DÎMEN

Li Hannoverê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsên Gel a Salzgitter û Hannoverê ve çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Malbatên şehîdan ên li herêmê tevlî çalakiyê bûn û îşaret bi têkoşîna azadiyê jinê, bangên aştiyê û mîrateya şehîdan hate kirin.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsên gel a Salzgitter û Hannoverê ve, çalakiya bîranînê ya Şehîdên Meha Cotmehê hate lidarxistin. Gelek kes tevlî bîranînê bûn. Di çalakiyê de gerîlayên HPG û YJA-Starê ku di dîrokên cuda de şehîd bûne û malbatên wan li Hannoverê ne jî hatin bibîranîn. Çalakî bi axaftina silavdanê ya hevserokên Meclîsa Gel a Hannoverê destpê kir.

Di bîranînê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Hakîme Yusuf axivî û di şexsê şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de hemû jinên ku pêşengî ji têkoşîna azadiya jinê re kirine bi bîr anî. Hakîme Yusuf diyar kir ku ev têkoşîn danehevekî îdeolojîk, polîtîk û exlaqî afirandiye û got ku tevgera azadiya jinan wê bibîngehgirtina vê mîrateyê têkoşîneke xurttir bimeşîne.

Li ser navê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) jî Xoşnav Ata axîvî û destnîşan kir ku wateya şehîdan ne tenê bi rojekî re bi sînordar e û wiha got, “Ne pêkan e ku mirov wateya şehîdan bi bernameyeke çend saetan vebêje.”

Ata bal kişand ser rola diyarker a şehîdan di qonaxa heyî ya têkoşîna azadiyê de û wiha got, “Ew ne şehîdên me yên yekemîn in û wê nebin dawî jî. Têkoşîna me wê dewam bike.”

Li ser navê hevserokên FED-DEM’ê jî Latîf Karakaş mafê axaftinê girt û diyar kir ku tevî bangên aştiyê yên li herêmê jî dewletê di vê pêvajoyê de tu gav neavêtiye.

Piştî ku malbatên şehîdan hest û hizrên xwe parve kirin, sînevîzyona ji bo şehîdan hate pêşandan. Di tevahiya bîranînê de dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.