BI DÎMEN

Nobeta ji Rêber Apo re azadî di hefteya 700’an de ye

Nobeta Azadiyê ya ku ji bo azadiya Rêber Apo ji Hezîrana 2012’an û vir ve li bajarê Strasbourg ê Fransayê dewam dike, ket hefteya 700’an.

Di hefteya nû de, komeke nû Nobeta Azadiyê dewr girt. Koma nû di tevahiya hefteyê de, li ber saziyên Yekîtiya Ewropayê wê azadiya Rêber Apo bixwazin.

Di koma nû de Azad Burulday, Weysî Laçîn û Emîn Akalp cih digirin.

Azad Burulday li ser navê komê axivî û got, “Em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin.”

Buruldan banga xwedî derketina li azadiya Rêber Apo kir.