Gerîlayê HPG’ê Şehîd Ronî Jiyan, li Bordeauxê hat bibîranîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Ronî Jiyan (Azad Çetîn) ku 16’ê Cotmeha 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li bajarê Bordeaux ê Fransayê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Ronî Jiyan (Azad Çetîn) ku 16’ê Cotmeha 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li bajarê Bordeaux ê Fransayê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Gerîlayê HPG’ê Ronî Jiyan (Azad Çetîn) ku 16’ê Cotmeha 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi çalakiyeke hate bibîranîn.
Tevî civaka Kurd, şoreşger û demokratên ji gelên cuda tevlî bîranînê bûn û têkoşîn û helwesta îdeolojîk a şehîd hate silavkirin.
Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre sînevîzyona li ser jiyana têkoşînê ya Şehîd Ronî Azad hate pêşandan.
Axaftvanan, li ser ruhê fedayî ya gerîlayan û îdealên wan ên azadiyê axivîn.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku berxwedana li çiyayên Kurdistanê dewam dike, têkoşînekî azadiyê ya gerdûnî ye.
Name û bîranînên ku ji aliyê hevrêyên şehîdan ve hatibûn amadekirin, hatin xwendin. Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin û sirûdên şoreşgerî hatin gotin.
Bîranîn bi banga mezinkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan bi dawî bû.
………….