BI DÎMEN

Ji bo du birayan li Freiburgê bîranîn hate lidarxistin

Di bîranîna Şiyar Destîna Zana yê ku di 11ê Tebaxa 2020an de li Metînayê şehîd bû û birayê wî Xemgîn Siyamend ê ku di sala 2017an de li Mêrdînê şehîd bû de, girêdana bi Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk re hate ragihandin.

Li Freiburgê ji bo şehîd Xemgîn Siyamend (Mehmet Vural) û Şiyar Destina Zana (Fesih Vural) bîranînek hate lidarxistin. Çalakiya ku ji aliyê Komeleya Malbatên Şehîdan û meclîsên Kurd ve hatibû organîzekirin, li salona lokalê komeleyê bi beşdariyeke zêde pêk hat. Nûnerên saziyan, malbat û gel beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê dest pê kir.

‘CIWANAN BERDÊLÊN MEZIN DAN’

Hevseroka Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) Ruken Yilmaz a ku axivî, diyar kir ku di têkoşîna gel a bi salan de ciwanan berdêlên mezin dane û tekez kir ku çîrokên ciwanên ku beşdarî nava refên têkoşînê bûne, di bîra civakê de cihekî taybet digirin.

‘JIYANÊN BÊ ZIMAN Û ÇAND RED KIRIN’

Nûnerê KOMAW'ê Salih Hezexî yê ku di çalakiyê de axivî, got ku li ser bingeha daxwazên nasname û ziman ciwanan berê xwe dane têkoşînê.

Salih Hezexî anî ziman ku ciwan û malbatên wan “mafê wan ê jiyanê mîna me hemûyan heye” û wiha got: “Wan hilbijartin ku canê xwe ji bo azadiya gel feda bikin, ji ber ku wan jiyaneke bê ziman û çand nexwestin. Ji bo pêşeroja gelê Kurd riya azadiyê hilbijartin û di wê rêyê de şehîd bûn.”

‘EM BI PÊVAJOYA AŞITÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK RE GIRÊDAYÎ NE’

Mamê wan Ramazan Vural ku li ser navê malbatê axivî, diyar kir ku Xemgîn Siyamend berî ku beşdar bibe du salan di xebatên ciwanan de cih girtiye, piştre li qadên cuda xebitiye û di dawiyê de li Mêrdînê şehîd bûye. Wî ragihand ku Şiyar Destina Zana jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê cih girtiye û di sala 2020an de şehîd ketiye.

Piştî axaftinan malbatan sersaxî qebûl kirin. Malbata şehîdan, anî ziman ku divê dawî li şerê li herêmê bê anîn û gotin, “Em ê tu carî ji xeta rêbertiya xwe tawîz nedin” û diyar kirin ku ew bi pêvajoya aştiyê ya demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin ve girêdayî ne.

Bîranîn bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.