Di hevdîtina li baregeha Villacoublayê de ji Zelenskiy re balafira şer a bi navê Rafale ya Fransayê, pergala parastina hewayî ya nûjen a bi navê SAMP-T û hin dronên din hatin danasîn.
Her du serokan, beyaneke niyetê ya têkildarî ku Ûkrayna wê ekîpmanên Fransayê bikire, îmze kirin. Tê payîn ku wê hûrgiliyên lihevkirinê di civîna çapemeniyê ya hevpar de ku wê îro were lidarxistin, werin eşkerekirin.
Zelenskiy, roja Yekşemê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal X’e lihevkirin weke ‘’dîrokî’’ pênase kiribû û diyar kiribû ku Ûkrayna wê kapasîteya xwe ya balafirên şer, parastina hewayî û parastinên din xurt bike.
Fransayê jî da zanîn ku li hemberî êrîşkariya Rûsyayê ji bo bihêzkirina parastina hewayî ya Ûkraynayê ew ê hemû kapasîteya pîşesaziya parastinê ya Fransayê bixe dewrê.
DAXWAZA LEZGÎN A PARASTINA HEWAYÎ
Zelenskiy, ji ber êrîşên hewayî yên Rûsyayê yên ku zêde kirine daxwaza xwe ya têkildarî zêdekirina pergala parastina hewayî dubare kir.
PLANA HÊZA HEWAYÎ YA DEMDIRÊJ
Zelenskiy, meha borî jî nameyeke niyetê ya têkildarî kirîna 100-150 balafirên şerî yên cure Gripen ên ji aliyê Swêde ve tên hilberandin, îmze kiribû. Fransayê beriya niha ji Ûkraynayê re balafirên şer ên Mirage şandibûn lê belê balafirên cure Rafale cara ewil ketin rojevê.
AMADEKARIYÊN HÊZÊ YÊN PIRNETEWEYÎ
Macron û Zelenskiy, piştî hevdîtina li baregehê wê seredana biryargeha ‘’Hêza pirneteweyî ya ji bo Ûkraynayê’’ ya li Mont Valerien a rojavayê Parîsê ya bi pêşengtiya Fransa û Îngilistanê hatiye avakirin, bikin.
HEDEFA 4,5 MILYON DRONAN
Her du serok, wê beşdarî Forûma Drone ya Fransî-Ûkraynayê ya wê piştî nivro li bajarê Elyseeyê were lidarxistin, bibin. Rêveberiya Kîevê, armanc dike ku îsal li qada şerî 4,5 milyon dronan bi kar bîne; tora hilberîna xwecihî ya li Ûkraynayê bi lez mezin dibe. Ûkrayna, ji bo xistina dronên bi navê Şahed ên xwekujiyê yên ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin û her şev ji aliyê Rûsyayê ve tên şandin jî bi awayekî zêde dronan bi kar tîne.