Nerazîbûna li hemberî reforma herî hişk a penaberiyê ya li Îngilistanê

Paketa penaberiyê ya Îngilistanê dema rûniştinê ya bêdawî dike 20 sal û yekbûna malbatê jî bi sînor dike. Rêxistinên mafên mirovan û siyasetmedar vê yekê weke kiryareke "li dijî mirovahiyê" û "teslîmbûna li rastgiriya tund" pênase kirin.

Guherîna penaberiyê ya nû ya li Îngilistanê ku ji aliyê Wezîra Karên Hundir a ji Partiya Karker Shabana Mahmood ve li Parlamentê hate eşkerekirin mafê rûniştinê yê bêdawî dike 20 sal, parastina demkî bi xwe re tîne û yekbûna malbatî zehmet dike. Guherîna ku hikumet weke 'reformê' pênase dike bi rengekî tund tê rexnekirin. Gelek derdor dibêje, hikumet bi vê guhertinê re teslîmî zexta Reform UK û komên din ên rastgir-populîst bûye.

Guherînên bingehîn ên di qanûna penaberiyê de cih digirin weke "felaketeke polîtîk", li derveyî mirovahiyê û biçûkxistinê tê dîtin.

Di nîqaşên li parlamentê de Parlamentera London Hackney a ji Partiya Karker û di heman demê de yekemîn parlamenteriya jin a bi rengê tarî Diane Abbott anî ziman ku qanûnên hatine pêşniyar kirin wê mafên mirovan têk bibe, xetere ye ku mafê yekbûna malbatê bê bisînorkirin û vegera ji "têkoşîna li hemberî koletiya nûjen" nayê qebûlkirin. Abbott destnîşan kir ku ev polîtîka hem ji aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê exlaqî ve wê pirsgirêkên mezin bi xwe re bînin û bang li hikumetê kir ku çareseriyên hîn wekhev û mirovî peyda bike.

Lîderê berê yê Partiya Karker û ji damezrînerên Your Party Jeremy Corbyn jî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û ev guhertin bi gotina "Ev plan li dijî mirovahiyê ye, hewldanek biçûkxistinê û metirsîdar e" pênase kir. Corbyn anî ziman ku Partiya Karker bi vê guhertinê re ne tenê rêya rastigriya tund a populîst partiya Reform UK vedike, di heman demê de rojeva wê jî bi cih tîne.

Berdevkê Karên Navxweyî yên Partiya Lîberal Demokrat Max Wilkinson jî plan "li dijî mirovahiyê" pênase kir û got, "Ev polîtîka li hemberî mirovên ku ji zilmê direvin sekna mirovî ya Îngilistanê têk dibe."

Diyar e Partiya Karker li gel nerazîbûna rêxistinên mafên mirovan, sendîka, siyasetmedar û muxalefeta nava partiya xwe jî wê plana nû ya penaberiyê bike qanûn. Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên Kurdistan û Tirkiyeyî jî nerazîbûneke tund nîşanî vê guhertinê didin.

Hevserokê navenda Civaka Kurd Îshak Mîlanî bi bîr xist ku Partiya Karker bi giranî bi dengê koçberan beriya du salan karîbû hikumetê ava bike û got, "Mirovên ku mirinê didin pêş çavên xwe û hewl didin serlêdana penaberiyê bikin, vê yekê ne ji ber kêfê dikin, ji ber reva ji zilm û zordariyê dikin. Eger vê yekê naxwazin, wê demê li şûna ku krîzê li welatên wan biafirînin bila rejîmên otorîter ji bo demokratîkbûnê teşwîq bikin. Çareserî ev e."

Komeleya Çandê ya Karkeran a Koçber (Gîk-Der) ku 33 sal in li Îngilistanê kar dike, ji berdevkên wê Îbrahîm Avcil jî diyar kir ku hikumeta Partiya Karker fatûreya polîtîkayên şaş û aboriya belavbûnê careke din dixwaze li koçberan bibire.

Îbrahîm Avcil bang li hikumetê kir ku dest ji vê polîtîkaya li derveyî mirovahiyê berde û destnîşan kir ku wê li dijî qanûnê bi biryardarî têbikoşin.