Paradîgmaya Rêber Apo li Patagonyayê hate nasandin
Berhema "Sosyolojiya Azadiyê" ya Rêber Apo di navbera 13-15'ê Mijdarê de li bajarên Neuquén, Fiske Menuco û Villa la Angostura yên herêma Patagonya ya li başûrê Arjantînê hate nasandin.
Berhema "Sosyolojiya Azadiyê" ya Rêber Apo di navbera 13-15'ê Mijdarê de li bajarên Neuquén, Fiske Menuco û Villa la Angostura yên herêma Patagonya ya li başûrê Arjantînê hate nasandin.
Bernameyên çalakiyan ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re hate lidarxistin û gelên xwecihî û aktîvîstan eleqeyeke mezin nîşan dan.
Patagonya ku danasîn lê hate kirin, di heman demê de warê Lêgerîn Çiya (Alina Sanchez) e ku sala 2018'an li Rojava şehîd bû.
Herêm warê têkoşîna dîrokî yıa gelê Mapuçe yê qedîm e û yek ji wan qadên Arjantînê ye ku herî zêde şer lê qewimî.
Di çalakiyan de bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya û paradîgmaya Rêber Apo ji beşdaran re hate ragihandin.
Endama Femînîst a Abya Yala û rojnamevan Claudia Korol jî beşdarî çalakiyan bû ku Claudia Korol pêşgotina pirtûkê nivîsî ye.
Claudia Korol anî ziman ku wê hem şehîd Lêgerîn nas dikir, hem jî di nava wê heyetê de bû ku meha Nîsanê çû Rojava û qala çavdêriyên xwe kir.
Claudia Korol diyar kir ku paradîgmaya Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinê re veguheriye veguherîneke civakî ya şênber.
Di civînan de li ser fikrên Rêber Apo û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd nîqaş hatin kirin.
Beşdarên civînan daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.