Li Hamburgê girtina Azîz Kurek hat protestokirin
Meclisa Gel a Demokratîk a Hamburgê polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên Elmanya li dijî çalakvanên Kurd rexne kir û xwest ku demildest Azîz Kurek bê berdan.
Meclisa Gel a Demokratîk a Hamburgê polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên Elmanya li dijî çalakvanên Kurd rexne kir û xwest ku demildest Azîz Kurek bê berdan.
Meclisa Gel a Demokratîk a Hamburgê ji bo protestokirina girtina çalakvanê siyasî yê Kurd Azîz Kurek li Monckebergstraße daxuyanî da. Meclisa Jinan a Rojîn, dostên Kurdan û enternasyonalîstên Elman jî piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de wêneyên Kurek hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan” û “Ji girtiyên siyasî re azadî” hatin berzkirin.
Hat raguhandin ku çalakvanê Kurd Azîz Kurek di 3’yê Mijdarê de roja Duşemê ji aliyê Polîsê Eyaleta Saksonyayê ve li Hamburgê hat binçavkirin û di 4’ê Mijdarê de roja Sêşemê li ser biryara Dadgeha Bilind a Eyaleta Dresdenê hat girtin.
'DIVÊ DEMILDEST QEDEXEYA LI SER PKK'Ê BÊ RAKIRIN'
Parlamentera Partiya Çep a Hamburgê Sabine Ritter girtina Kurek wekî nîşaneya polîtîkayên zextê yên Elmanya li ser Kurdan nirxand. Sabine Ritter anî ziman ku krîmînalîzekirina çalakiyên Kurdên li Elmanya ev demeke berdewam dike û xwest ku demildest qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin û got, “Azîz Kurek kesekî aştîxwaz bû ku rêz li jiyana demokratîk digirt. Derqanûnîkirina wî li dijî nirxên bingehîn ên demokratîk e."
'DAXWAZA AŞTIYÊ YA KURDAN TÊ KRÎMÎNALÎZKIRIN'
Li ser navê Meclîisa Gel a Demokratîk a Hamburgê Anja Flach axivî û diyar kir ku operasyonên dewleta Elmanya yên li dijî siyasetmedarên Kurd bê qanûnî ne. Anja Flach anî ziman ku di pêvajoyeke ku li Tirkiyeyê lêgerîna aştî û demokrasiyê tû kirin de Elmanya vê pêvajoyê krîmînalîze dike û got, "Ev operasyon di demeke ku PKK biryar daye ji Tirkiyeyê vekişe dest pê kir û hikûmeta Elmanyayê piştgiriyê dide polîtîkayên şer.”
'DIVÊ AZÎZ KUREK DEMILDEST BÊ BERDAN'
Anja Flach xwest ku pêkanînên dij demokratîk ên Elmanya bi dawî bibin û wiha berdewam kir: "Ev girtina ku piştî hevdîtina Serokwezîr Friedrich Merz a bi Erdogan re pêk hat, êrîşeke li hemberî rêgezên demokratîk ên ku Ewropa diparêze ye. Divê demildest Azîz Kurek bê berdan."
Anja Flach her wiha bang li Elmanyayê kir ku piştgiriyê bide çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd û dev ji polîtîkayên krîmînalîzekirinê berde.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.