EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Parîsê ji bo 9’ê Cotmehê bangewaziya ‘Meşa Azadiyê’ hate kirin
Federasyona Bakurê Fransayê, ji bo salvegera 27’an a komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Apo, banga tevlîbûnê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ ku di 11’ê Cotmehê de li Parîsê bê lidarxistin, kir. -
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Aurichê hate nîqaşkirin
Hevseroka KON-MED’ê Ruken Akça ku beşdari civîna gel a li Aurichê, bû, behsa koçberiya bi darê zorê ya Kurdan û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir. -
Li Reimsê civîna gel: Em ê çarenûsa xwe bi hev re binivîsin
Li civîna gel a berfireh a ku li Reimsê hate lidarxistin, Serokê CÎK’ê Mele Şewket Çakir û Şêx Murşîd Xeznewî beşdar bûn û diyar kirin ku Kurd êdî dê nebin amûra cudabûnên olî û mezhebî, çareseriya yekane yekîtiya neteweyî ye. -
Li Elmanyayê kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê hatin bibîranîn
Li bajarê Bergisch Gladbach ê Elmanyayê, kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd hatin bibîranîn. -
Nagihan Akarsel li Zurîhê hate bibîranîn
Pêşenga zanista jinê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel, di sêyemîn salvegera şehadeta xwe de li Zurîhê bi merasîmekê hate bibîranîn. -
Bîra qedîm a Girê Miraza li Baselê hate nîqaşkirin
Li Baselê panela "Destpêka Dîrokê: Çanda Girê Miraza” hate lidarxistin. Di panelê de li ser rehên dîrokî yên civaka Kurd, çanda berxwedanê û girîngiya Girê Miraza ya di dîroka mirovahiyê de nîqaş hatin kirin. -
Li Parîsê şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn
Di bîranîna li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê de hate destnîşankirin ku têkoşîna şehînda rênîşander e. -
Şehîdên pêşeng wê di 5’ê Cotmehê de li Bergisch Gladbachê bên bibîranîn
Di şexsê ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd Emîne Erciyes û Zenda Bermal, her wiha Mordem Çewlîk, Rohat Roverî û Devran Mizgîn de şehîdên têkokşîna azadiyê li Elmanyayê bi merasîmekî girseyî wê bên bibîranîn. -
Li Mîlanoyê Parka Giambellino weke “Parka Alan Kurdî” hate binavkirin
Li bajarê Mîlanoyê yê Îtalyayê, Parka Giambellino ji bo bîranîna Alan Kurdî yê sê salî ku di sala 2015’an de li Deryaya Egeyê jiyana xwe ji dest da, weke “Parka Alan Kurdî” hate binavkirin. Di merasîmê de bal hate kişandin ser trajediyên şer û koçberiyê. -
Li Stuttgartê meşa aştiyê hat lidarxistin
Li Stuttgartê bi hezaran kes li dijî şer û çekan daketin qadan. Kurdistanî jî bi reng û peyamên xwe cihê xwe di qadê de girtin. -
Li Balafirgeha Munchenê alarma droneyan: Seferên balafiran hate rawestandin
Balafirgeha Franz-Josef-Strauss a Munchenê, ku yek ji balafirgehên herî mezin ê Elmanyayê ye, ji ber liv û tevgera droneyan hate girtin. -
Rapora nijadperestiyê ya li dijî Kurdan a 2024'an hate eşkerekirin
Navenda Agahiyê ya Nijadperestiyê ya li dijî Kurdan (IAKR) li paytexta Elmanya Berlînê rapora 2024'an li Parlamenta Federal bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir. -
Li Manchesterê li pêşiya sînagogê êrîş pêk hat: 2 kes mirin 3 jî bi giranî birîndar bûn
Li bajarê Manchester ê Îngilistanê sibêdeya Cejna Yom Kippourê li pêşiya sînagogekê êrîşek pêk hat, di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî bi giranî birîndar bûn. -
Siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas hat berdan
Siyasetmedar Mehmet Çakas ê ku ji girtîgeha Uelzen ê Elmanyayê hat berdan bi tilîlî û çepikan hat pêşwazî kirin. -
Dîroknasê Fransî: Nêrîna aştiyane ya li meseleya Kurd ji her demê bêhtir girîng e
Dîroknasê Fransî Jean-Numa Ducange bi peyamekê piştgirî da banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê û got, "Piştgiriya ji bo meseleya Kurd a bi nêrîna aştiyane û demokratîk ji her demê bêhtir girîng e." -
Çalakiya "Niha Dema Azadiyê ye" ya Cenevreyê di hefteya 245’an de ye
Çalakiya rûniştinê ya "Niha Dema Azadiyê ye" ya bajarê Cenevre yê Swîsreyê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di hefteya 245’an de berdewam dike. -
Endamên TEV-ÇAND’ê li Strasbourgê ji bo ‘mafê hêviyê’ çalakî kirin
Hunermendên girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Ewropayê bi daxwaza azadiya Rêber Apo ya di çarçoveya “mafê hêviyê” de, li pêşiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê mitîng lidarxistin. -
FEDA û DAKB’ê ji bo aştî û demokrasiyê banga têkoşînê li hemû gelan kirin
Federasyona Demokratîka Elewî (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) bi daxuyaniyekî hevpar ji bo aştî û demokrasiyê banga têkoşînê û berxwedana li dijî asîmîlasyonê li hemû gelan kirin. -
Endamên Meclîsa Piştevaniya Jinan a Sûriyeyê li Ewropayê ne
Endamên Meclîsa Piştevaniya Jinan a Sûriyeyê a girêdayî Neteweyên Yekbûyî ên li Awistiryayê hin seredan û hevdîtin pêk anîn, wê hefteya li pêşiya me seredanên xwe temam bike. -
Li Londonê panela ‘Ji Qamişloyê heya Şamê: Rêya Sûriyeya Demokratîk’
Nûnerê MSD’ê Hasan Mihemed Elî di paneleke li Londonê de axivî û destnîşan kir ku rêveberiya xweser hêza xwe ji gel digire. Mihemed Elî got, Sûriyeya nû divê demokratîk be û azadiya jinê biparêze. -
Sendîkayên Brîtanî di Konferansa Partiya Karkeran de ji bo aştiyê bang li Tirkiyeyê kirin
Sendîkayên Brîtanî, di konferansa salane ya Partiya Karkeran de peyama piştgiriyê ji bo hewldanên Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê dan. Di panelê de banga aştiyê ya Rêber Apo, ezmûnên navneteweyî û berpirsyariya dîplomatîk ya Brîtanyayê derket pêş. -
Li Den Haagê li ser ‘Xweseriya Demokratîk’ semîner hate lidarxistin
Di semînerek ku ji hêla DEM-NED’ê ve li bajarê Den Haag ê Holanda hate organîzekirin de, ji 5 welatan çalakvan hatin cem hev û ezmûnên xwe yên xwerêveberiya demokratîk bi rêya pênc model û stratejiyên cûda parve bikin. -
Prof. Enzo Traverso piştgirî da banga Rêber Apo
Yek ji entelektuelên navdar ê Ewropayê dîroknas û teorisyenê siyasetê Prof. Enzo Traverso piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo. -
Heyeta MSD'ê hevdîtin bi Serokwezîrê Îngilistanê û Wezîrê Parastinê re kir
Heyeta Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Îngilistanê hevdîtin bi Serokwezîr Keir Starmer re kir û peyama Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî ragihand. -
Di hilbijartinên Moldovayê de partiya alîgirê Ewropayê bi ser ket
Di hilbijartinên Parlamenta Moldovayê de Partiya Çalakî û Piştevaniyê (PAS) a bi serokatiya Serokkomar Maia Sandu, ku alîgirê Ewropayê ye, bi ser ket.