Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên ji bajarên cuda yên Brîtanyayê hatin, ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurd, li Londonê meşeke girseyî li dar xistin. Çalakiya ku bi dirûşma “Ji Rêber Apo re Azadî, Aştî û Civakeke Demokratîk” hat lidarxistin, li ber avahiya BBC’yê dest pê kir û li Qada Trafalgarê bi mîtîngê bi dawî bû.
Girseya ku ji serê sibehê ve bi otobusan gihîştin bajêr, bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Freedom for Ocalan”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Peace in Kurdistan” kolanên Londonê hejandin. Gelê derdorê li Oxford Circusê bi çepikan piştgirî da girseya ku çalakiya rûniştinê li dar xist. Jinan bi kincên xwe yên neteweyî reng dan meşê û bi hev re sirûdên “Ey Reqîb” û “Çerxa Şoreşê” gotin.
MECLÎSA JINAN A JIYAN’Ê: AZADİYA RÊBER APO JI BO AŞTİYÊ JİYANÎ YE
Di daxuyaniya ku li ser navê Meclîsa Jinan a Jiyanê hate dayîn de, hate destnîşankirin ku meş ne tenê ji bo azadiya Rêber Apo ye, di heman demê de ji bo têkoşîna azadî û wekheviya civakî ya jinan jî girîng e. Di daxuyaniyê de hate gotin ku têgîna Rêber Apo ya Jîneolojî (zanista jinê) û konfederalîzma demokratîk, nîşan dide ku azadiya jinê û civaka demokratîk bi hev re tevan in û wisa hate gotin: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd û aştiya herêmî xwedî girîngiyeke jiyanî ye.”
PIŞTGİRÎ JI PLATFORMÊN AKADEMÎSYEN Û HEVKARİYÊ
Jeffrey Thomas Miley, akademîsyenê ji Zanîngeha Cambridge, anî ziman ku vîzyona aştiyê ya Rêber Apo, mafê xwe-diyarkirinê di sedsala 21’an de bi paradîgmaya neteweya demokratîk ji nû ve pênase kiriye. Miley bal kişand ser prensîbên Ocalan ên demokrasiya rasterast, azadiya jinê, pirçandîtî û civaka ekolojîk û got, “Li Rojava ev model veguheriye şêwazeke jiyanê ya berbiçav.”
Theevan, ku li ser navê Platforma Hevgirtina Tamîlî ya Phoenix TNG axivî, peyama hevgirtinê da gelê Kurd: “Berxwedana bi rûmet a gelê Kurd ji bo hemû gelên bindest çavkaniya hêvî û îlhama ye. Vîzyona civaka wekhevîxwaz û azadîxwaz a jinê ya ku bi fikrên Ocalan hatiye şekilandin, ronahiya têkoşîna me ye. Azadiya we azadiya me ye.”
Ufuk Pekoz ji Yekîtiya Hêzên Demokratîk jî got, “Azadiya Ocalan ne tenê gavekî dîrokî ye ku dê riya aşitî û demokrasiyê li pêşiya yek gel, lê li pêşiya tevahiya Rojhilata Navîn veke. Ev tecrîd êrîşeke li ser paşeroja gelan e, divê bi dawî bibe.”
‘DERIYÊ KU LI ÎMRALIYÊ VEDIBE MIFTEYA AŞTİYA LI ROJHILATA NAVÎN E’
Seyit Pîrsûs ji Meclîsa Gelê Kurd a Londonê, berxwedana gel a 27 salan silav kir. Pîrsûs diyar kir ku ew li hemberî tecrîda giran û nemafiya li ser Rêber Apo dengê xwe bilind dikin û got, “Azadiya Ocalan, rêya ber bi aştî, dadwerî û wekheviyê ye. Deriyê ku li Îmraliyê vedibe, mîfteya aştiya li Rojhilata Navîn e.”
Beşdaran destnîşan kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, dê têkoşînê li her qadê bidomînin, û meş bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Freedom for Ocalan” û “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Aştiyê re Hêvî” bi dawî bû.
Kolanên Londonê careke din bi dirûşmên “Ji Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriyeke Siyasî” deng veda.